'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin' 2022-12-27 19:49:49   AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku têkildarî 11'emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê daxuyanî da, got: "Heya kiryarên komkujiyê eşkere nebin û neyên cezakirin dê aştî, edalet û hiqûq pêk neyê."   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî 11'emîn Komkujiya Roboskiyê li Parka Roboskiyê ya li navçeya Peyasê ya Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Cihê ku dem sekinî û êş girantir bû; Roboskî em ji bîr nakin! Nadin jibîrkirin!” hat vekirin. Gelek rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî tevlî daxuyaniyê bûn.    Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran bibîr xist ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li sînorê gundê Rboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê 19 jê zarok 34 sivîl bi balafirên şer hatine kuştin û got ku 11 sal di ser bûyerê re derbas bûne lê hê jî kiryarên sereke nehatine darizandin û dawa lêborînê li gelê kurd nehatiye kirin.    Tûranê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di 11'emîn salvegera Komkujiya Roboskiyê de ew careke din doza edaletê dikin û got ku tu komkujî jibîr nekirine û dê jibîr nekin jî. Tûranê wiha axivî: "Heya kiryarên vê komkujiyê eşkere nebin ne aştî, ne edalet û ne jî hiqûq dê pêk neyê. Lewma em careke din bibîr rayedarên berpris dixin ku ji bo rûyê rast ê Komkujiya Roboskiyê eşkere bibe divê dest ji polîtîkayên bêcezatiyê bê berdan."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Roboskiyê jibîr neke, nede jibîrkirin" bi dawî bû.