Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e 2022-12-27 09:06:36   ÊLIH - Êlihiyan ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir, gotin: "Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiya li Rojhilata Navîn bes e. Demildest bila hevdîtin çêbibe."    Welatiyên ku roja yekşemê tev li mîtînga bi dirûşmeya "ji şer û xizaniyê re na" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin ku deriyê Îmraliyê bê vekirin.    ‘AŞTÎ DÊ BI OCALAN BÊ'   Fahriye Bati bilêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li tevahiya civakê belav bûye û wiha got: "Ev tecrîd tenê ne li ser Rêbertiyê ye, li ser me hemûyan e jî. Ez silavên xwe ji Îmraliyê re dişînim. Rêbertî ronahiya cîhanê ye. Ger ew azad bibe dê aştî bê cîhanê. Em şer, binçavkirin û zextan naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Ev aştî jî dê bi Rêbertiyê bê."    ‘BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN'   Sûltan Acar jî destnîşan kir ku li ser Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û wiha axivî: "Nêzî 22 meh in Rêbertî bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Ev tecrîd gelê kurd diqilqilîne. Ev tecrîd bi Rêbertî re li ser tevahiya gelê kurd tê pêkanîn. Hemû girtî tên tecrîdkirin. Em dixwazin hevdîtin bi Rêbertî re bê kirin. Bila hevdîtina bi malbatê û parêzeran re pêk bê. Bila bê hînkirin ku bê tenduristiya wî çawa ye. Em kurd ji ber tenduristiya Wî bifikar in. CPT, dibêje wê serdana Îmraliyê kiriye. Rojek berî roejkê em li benda xebera wî ne. Hebûna Rêbertî mizgîna aştiyê ye. Peyvek wî bi tenê jî ji bo aştiya li Rojhilata Navîn pri girîng e. Êdî em naxwazin zarokên tu kesî jî bimirin. Em dixwazin rojek berî rojekê tecrîd bê rakirin."    ‘EM Ê JI BO RÊBERTÎ LI BER XWE BIDIN'   Gul Baykal jî ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir wiha axivî: "Em bûyera li Parîsê şermezar dikin. Em kurd divê li dijî van êrişan bibin yek. Ger Rêbertî derkeve, dê aştî bê. Bila Rêbertî û hemû girtiyên siyasî bên berdan."    Hafîze Yildirimê jî wiha got: "Em îro ji bo Rêberê xwe daketine qadan. Em ê heya dawiyê ji bo rêberê xwe, axa xwe û hevalên xwe yên di zindanan de li ber xwe bidin. Ger Ocalan derkeve dê aştî bê. Em ê bi ser bikevin."    Esmer Aktaş jî got: "Em aştî û azadiyê dixwazin. Em dixwazin rêberê me azad be. Ger Ew azad be em ê aştî û azadiyê jî bibînin. Tevî hemû êrişan jî kurd dê bi ser bikevin."    ‘ÇI HEWCE BE EM Ê BIKIN'   Mûstafa Acar jî anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser tevahiya gelê kurd pêk tê û got: "Em gelê kurd ji ber vê tecrîdê nerihet in û em heya dawiyê li dijî wê ne. Dewleta Tirkiyeyê çendî Ocalan wekî 'terorîst' bihesibîne jî, ew rêberê me ye û dê tim rêberê me be. Em gelê kurd em ê heya dawiyê azadiya xwe biparêzin. Me canê xwe daye di vê rêyê de. Me li çiyayan, li bajar û kuçeyan canê xwe feda kiriye. Ji niha û pê ve jî çi hewce be em ê bikin. Şikandina tecrîdê girîng e, lê gelê kurd bi tena serê xwe nikare wê bişikîne."