Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin 2022-12-27 09:03:28     MÊRDÎN - Hat hînkirin ku polîsê bi navê Î.A. gava bi wesayîta xwe tiryak biriye li ser rêya Mêrdîn-Amedê ji aliyê cendirmeyan ve hatiye kuştin û bûyer ji raya giştî hatiye veşartin.    Li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê polîsê bi navê Î.A., gava bi wesayîta xwe tiryak biriye, cendirmeyan li noqteya kontrolkirinê ew kuştine. Li gorî agahiyên bi dest ketine; bûyer di 19'ê kanûnê de li ser rêya Mêrdîn-Amedê li noqteyeke kontrolkirinê ya cendirmeyan qewimiye. Îxbara polîsê bi navê Î.A. ku li Midûriyeta Polîsan a Midyadê dixebitî, hatiye kirin ku di wesayîta wî de tiryak heye. Li ser vê, li noqteya lêgerînê cendirmeyan wesayîta wî daye sekinandin.    70 PAKÊT TIRYAK   Gava cendirmeyan wesayît daye sekinandin Î.A. jî dest avêtiye çeka li ser xwe. Bi vê re cendirmeyan jî wesayîta Î.A. guleberan kiriye. Polîs. Î.A. bi giranî birîndar bûye û ew rakirina Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê. Î.A. li nexweşxaneyê miriye.    Di wesayîta Î.A. de 70 pakêt tiryak hatiye dîtin. Walîtiya Mêrdînê û Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê hê jî der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane û nehat hînkirin ku bê ka der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin yan na.    SER BÛYERÊ HAT NIXUMANDIN   Şahidên bûyerê ku me xwe gihand wan, ragihandin ku piştî wesayît hatiye sekinandin rageşî rû daye û cendirmeyan gelek caran çek li wesayîtê teqandine. Şahidan diyar kir jy nizanin bê bûyer ji ber çi qewimiye û nizanin ji bo çi bûyer bi raya giştî re nehatiye parvekirin.   Cendirmeyên ku me hevdîtin bi wan re kirin jî, gotin ku piştî îxbar ji wan re hatiye wan wesayît daye sekinandin, lê belê Î.A. ne ji bo ku êrişî wan bike, ji bo xwe bikuje destê xwe avêtiye çekê û gotin ku gava wan hewl daye pêşî li ber Î.A. bigirin, ji bo ku xwe nekuje, çek lê hatiye teqandin.    MA / Ahmet Kanbal