Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-12-26 18:53:00   WAN - 7 ciwanên ku sê roj berê li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Wan û Mûşê 7 ciwanên ku di 23'yê Kanûnê de diavêtina ser malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Ciwan ji ber ku di 12'ê Kanûnê de tevlî meşa li dijî tecrîdê de ya bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibû lidarxistin, hatibûn binçabkirin. Ciwanên ku li Midûriyeta Polîsan a Wanê di binçavan de bûn, piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.    Ciwanên hatin berdan ev in: “Endamên Komeleya Zanist Antropolojî Huner û Çandê (NASK-DER) a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Yûsûf Karadg, Bûrkan Erdemîr, Azîze Onat û endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Yilmaz Tankan, Farûk Buyukçelebî, Mucahît Celal Doner."