Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn 2022-12-26 16:57:20   AMED - Li ser rêya Amedê û Farqînê wesayita leşkerî ya zirxî qeza kir û di encamê de 6 leşker birîndar bûn.   Îro dane nîvro li ser Pira Çemê Dîcleyê ya li ser rêya Amedê û Farqînê wesayîta leşkerî qeza kir. Di encama qezayê de 6 leşker birîndar bûn.  Gelek ambulans çûn cihê bûyerê û leşkerên birîndar rakirin xweşxanayan. Ji ber qezayê demek kin rê li trafîkê hat girtin.