TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin 2022-12-26 16:49:47     ÎZMÎR - TBB û gelek serokên baroyan ji bo Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin, Nobeda Edaletê girtin û diyar kirin ku ew ji Îzmîrê heta Roboskiyê dixwazin edalet bicih were.    Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û parêzerên ku bi dirûşma “Ji parastinê re azadî, ji her kesî re edalet” di 2017’an de dan destpêkirin didome. Nobeda Edaletê ya hiqûqzanan a vê mehê li ber Edliyeya Îzmîrê ji bo Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin pêk hat. Cîgirê Serokê Giştî yê TBB’ê Gurkan Altûn, gelek serokên baroyên bajarên cuda, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, malbata Poyraz, parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum, Pero Dundar, Murat Çepnî û Serpîl Kemalbay beşdarî Nobeda Edaletê bûn.    Di nobedê de dovîz hatin hildan, pankart hatin vekirin û dirûşma “Denîz Poyraz nemire” hat berzkirin. Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku lêgerîna wan a ji bo edaletê didome û spasiya beşdaran kir.    TBB: EM JI BO DENÎZÊ LI VIR IN    Gurkan Altûn jî destnîşan kir ku heke darazek serbixwe û bêteref hebûya wê îro hewcetî bi vê çalakiyê nebûya û got: “Em ji bo Denîz Poyraz îro li vir civiyan. Em ji bo Selçûk Kozagaçcli li Enqereyê bûn. Her bajarek me şahidiya êşekê dike. Welatiyên ku mafên wan tê binpêkirin û li dijî vê diqîrin daxwazên wan nayên bersivandin.”   'MESELEYA HIQÛQÊ HEYE’    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku li ber her edliyeyekê nobeda edaletê heye û tê lidarxistin û got: “Em ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin. Ji bo em daxwaz û bendewariya civakê bibersivînin têdikoşin û em ê van dozên girîng bişopînin. Meseleya edaletê beriya her tiştî meseleya hiqûqê ye. Em ji bo bicihanîna edaletê li vir in.”    ‘EM Ê JI ÎZMÎRÊ HETA ROBOSKÎ BO EDALETÊ TÊBKOŞIN’    Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî da zanîn ku ew li dijî vê pêvajoya tarî têbikoşin û got: “Çi pêwîst be divê em bikin. Em ê ji bo Denîz Poyraz, Malbata Dedeogûllari, Malbata Şenyaşar, Tahîr Elçî, Roboskî, Şebnem Korûr Fîncanci li edaletê bigerin û em ê dest ji edaletê bernedin.”    LÊGERÎNA EDALETÊ    Serok û cîgirên baroyên bajarên Wan, Mûş, Mêrdîn, Agirî, Sêrt, Riha, Enqere, Bûrsa, Aydinê jî bi dorê axivîn û destnîşan kirin ku ew ê di serî de ji bo doza Denîz Poyraz û ji bo hemû dozên komkujiyan lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.   Danişîna 7’emîn a doza Denîz Poyraz dê sibê li eywana danişînê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîrê bê lidarxisitn.