10 kesên di binçavan de hatin berdan 2022-12-26 15:30:58   STENBOL - 10 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatiye destpêkirin de polîsan di 23’yê kanûnê de bi ser gelek malên li navçeyên Kuçukçekmece, Ataşehîr, Sancaktepeyê de girtibûn. Di serdegirtinan de rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sancaktepeyê Kerîm Kiliç û Ahmet Ozbey, Melek Aydogan, Şukran Altûnkaynak, Devran Kaya û Muhîttîn Guler jî di nav de 10 kes hatibûn binçavkirin.    Kesên ku birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Cadeya Vatanê, hevdîtinên wan ên telefonê û pirtûkên di serdegirtinê de hatin desteserkirin pirsîn û bi sûcdariya “endametiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin. 2 kes piştî kirariyên îfadeyan ên li miduriyeta polîsan hatin berdan, 8 kes jî îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bûn. 8 kes piştî kirariyên îfadeyan ên li dozgeriyê hatin berdan.