Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin 2022-12-26 15:18:29   STENBOL - Hunermendên ku xwestin li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê ya li Taksîma Stenbolê qetlîama li Parîsê protesto bikin, hatin binçavkirin.    Komîsyona Çandê ya HDK’ê, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), BEKSAV û Navenda Çandê ya Golge ji bo protestokirina qetlîama li Parîsê bang kirin ku gel werin pêşiya Konsolosxaneya Fransayê. Çalakî bi qedexeya kêfî ya qeymeqamtiyê hat astengkirin. Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû û hunermend dema ku hatin pêşiya konsolosxaneyê polîsan dora wan girtin. Polîsan bi darê zorê rojnamevan ji qadê derxistin û gelek kes kirin binçavan.    'TIRKIYE ŞIRÎKÊ VÊ KOMKUJIYÊ YE'    Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglu diyar kir li gelek bajarên cîhanê li dijî kurdan sûîqest û qetlîam tên kirin û wiha got: “Ji bo şermezarkirina vê qetlîamê me xwest îro li ber konsolosxaneya Fransayê daxuyaniyekê bidin. Çawa ku polîsên li Fransayê kujer serbest berdan û li qetlîaman temaşe kirin, polîsê vir jî bi astengkirina çalakiyê, qetlîamê didomînin. Hikûmet li hemû cîhanê heman tiştî dikin. Kujer li kolanan serbest digerin û komkujî pêk tên. Lê protestokirina komkujiyan qedexe ye. Divê were zanîn ku hikûmeta Fransa heta ku nikaribe berpirsên vê qetlîamê eşkere bike, sûcdar e û şirîkê komkujiyê ye. Divê were zanîn ku polîsên pêşî li van daxuyaniyan digirin, şirîkên vê komkujiyê ne. Me li hemberî van qetlîaman stûyê xwe xwar nekir û em ê stûyê xwe xwar jî nekin. Dixwazin dengê tu kesî li kolanên welat neyê bihîstin. Lê bila zanibin ku em ê vê dorpêçê û desthilatdariyê hilweşînin."