Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin 2022-12-26 13:27:23   HATAY - Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê kesên di Komkujiyên Mereş û Roboskê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê bi bernameya li avahiya xwe li dar xist kesên di Komkujiya Mereş û Roboskê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hatayê Hulya Ateş, endamê Meclisa HDP’ê Zekî Koç û gelek endamên partiyê aktîvîteya bi rêzgirtinê dest pê kir bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Adîl Bahtiyar ê kesên di Komkujiya Mereş û Roboskê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn wiha got: “Me Mereş û Roboskê ji bîr nekir, em nadin ji bîr kirin. Bahtiyar, bang li desthilatê kir ku ji bo komkujî bên ronîkirin, Komîsyona Heqîqet û Edaletê were avakirin û anî ziman ku divê rastî ji gel re bên aşkerekirin.