Di bin baranê de Nobeta Edaletê 2022-12-26 12:30:46 RIHA - Ferît Şenyaşar ê tevî barîna baranê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, wiha bang li Serokkomarê AKP’î Erdogan kir: “Heta ku bêedaletî ji holê neyê rakirin, gotina edaletê ji cîhanê û dewletên îslamî re nayê gotin.” Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 658’an de berdewam dike.    REWŞA TENDURISTIYÊ YA DAYIKÊ    Ferît Şenyaşar di bin barîna baranê de Nobeta xwe ya Edaletê domand. Şenyaşar, beriya ku were cihê çalakiya nobetê diyar kir ku dayika xwe biriye nexweşxaneyê û hîn bûne ku divê dayika wî demildest emeliyat bibe. Şenyaşar, destnîşan kir ku heta edalet pêk neyê wê ji ber edliyeyê neçe.    Şenyaşar, bal kişand ser axaftina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a li Rêxistina Hevkariya Îslamê û wiha got: “Di dema dawî de di axaftina xwe ya konferansa darazê ya dewletên îslamî de dewleta ku edaleta wê neyî şibandiye avahiyeke riziyayî. Bêedaletiya niha em dijîn her kes dizane. Heta ku bêedaletî ji holê neyê rakirin, gotina edaletê ji cîhanê û dewletên îslamî re nayê gotin.”