ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-26 09:00:20   * Bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 21 meh in tu agahî jê nayên girtin, di nava salê de zêdetirî 2 hezar û 500 parêzer û siyasetmedaran serî li Wezareta Dadê dan. Bi sedan çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan hate kirin.    * Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku pêvajoya darizandina derbarê Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci de berê hatiye plankirin û anî ziman ku divê mirov ji Wezareta Parastinê ya got “Şande çû lêkolîn kir” pirsa “Heke diviyabû lêkolînek were kirin çima giliyê vê daxwaza Mamoste Şebnemê kir” were kirin.    * Hevberdevkê DBP’ê yê Marmarayê Atîlla Ozdogan diyar kir ku AKP ji ber krîza navxweyî ya dijî û xetimînê pêdivî bi operasyoneke bejahiyê heye û wiha got: “Ji ber vê yekê muzakere berdewam dikin. Heke daxwaza wan were qebûlkirin, îhtîmaleke mezin e ku li dijî Rojava operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin.”   * Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik da zanîn ku “Peymaneke Tirkbûnê” ya hemû desthilatan heye û anî ziman ku desthilat bên guhertin jî polîtîkayên êrişê yên li dijî kurdan nayên guhertin.    * Bariş Encuyê ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ji bo birayê xwe û 33 hevalên xwe yên hatin qetilkirin edalet xwest, 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Encuyê ku ji girtîgehê derket wiha got: "Heta ku kujer neyên darizandin û cezakirin, em ê dev ji tekoşîna xwe ya edaletê bernedin."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 658'emîn de berdewam bike.   * Danişîna 20'emîn a Doza Kobanê dê di roja 5'emîn de li Kampsûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza li Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey û Hevseroka Giştî ya SES'ê ya berê Gonul Erden jî di nav de 8 rêveberên sendîkayê dê li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Saliha Aydenîz û parlamenterên HDP'ê dê li navçeyên Hênê, Rezan, Yenîşehîr, Hezro, Bismil û Erxenî serdana gel bikin. (10.30-19.00)   * Parlamenterên HDP'ê dê çalakiya li dijî tecrîda Îmraliyê li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin berdewam bike. (11.00)   * Meclisa HDK'ê ya Bajarê Edeneyê dê li avahiya HDP'a Edeneyê kongreya xwe li dar bixe. (13.00)   * Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê têkildarî doza Denîz Poyraz a li avahiya HDP'a Îzmîrê hatqetilkirin, dê li ber Edliyeya Îzmîrê çalakiya Nobeda Edaletê li dar bixe. (13.30)