Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne 2022-12-25 22:25:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û 14 siyasetemedar 3 roj in di bin çavan de tên ragirtin. Hate diyarkirin ku sohbeta hevserokan a di nava xwe de hatiye astengkirin.   Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir û 14 kesên din ku di 23'yê kanûnê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di serdegirtina Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û 9 avahiyên rêxistinê de hatibûn binçavkirin, 3 roj in li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. Parêzerên ku têkildarî lêpirsîna hatiye destpêkirin de tu agahî bidestnexistin, îro bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin.    Parêzeran ragihandin ku sohbetkirina siyasetmedaran a di nava xwe de hatiye astengkirin û polîsan gefa "hucreya yek kesî" li muwekîlên wan xwarine. Parêzeran da zanîn ku polîsên sohbet astengkirine, gotine ku di vê mijarê de ferman girtine.    Siyasetmedarên ku 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin wiha ne: Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevserokên DBP’a Amedê Hayrettîn Altun û Seval Gulmez, Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP’a Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokên DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek û Rabîa Aslan, Hevserokên DBP’a Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Aslan, Hevserokê DBP’a Mêrdînê Şerafettîn Aslan û Sureyya Dundar, Hevserokên DBP’a Êlihê Rûken Onat û Bûrhan Eglentî.