Şerafettîn Elçî hat bibîranîn 2022-12-25 19:48:19   ŞIRNEX - Siyasetmedarê kurd Şerafettîn Elçî di 10’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat bibîranîn.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, siyasetmedarê kurd Şerafettîn Elçî, di 10'emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Asrî hat bibîranîn. Tevî Malbata Elçî, rêveberên HDP'ê, Şewirmendê CHP’ê Nuşîrevan Elçî û gelek kes tev li bîranînê bûn.    ‘HETA DAWIYÊ TEBIKOŞIN’   Di bîranînê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Gungen axivî. Gungen, qala kesayeta Elçî kir û got: "Ez Şerafettîn Elçî û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew lêgerîna heqîqetê bû. Li ser jiyana wî ya têkoşer mirov dikarin pirtûkan binivîsin. Li ser edaletê lêgerîneke wî hebû. Ev têkoşina xwe heta roja dawî meşand. Hemû emrê xwe di girtîgehan de derbas kir. Lê belê ji wê sekna xwe tu caran tawîz neda. Weke şagirtên wî em jî soz didin ku em ê heta dawiyê tebikoşin.”   Piştî axiftinan kesên beşdarî bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Elçî.