Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin 2022-12-25 18:45:02   DÊRSIM - Li Dêrsimê, Tifaqa Ked û Azadiyê Komkujiya Parîsê şermezar kir û destnîşan kirin ku wê hesaba vê komkujiyê bipirsin.    Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûn. Tifaqa Ked û Azadiyê piştî civîna xwe ya gel a li Dêrsimê Komkujiya Parîsê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Dilşat Canbaz Kaya, Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglû û gelek partiyên siyasî û sazî tev li daxuyaniya li ber Şaredariya Dersimê hate dayîn bûn.    ‘DIXWAZIN KOMKUJÎ WERE RONÎKIRIN’   Parlamentera HDP’a Stenbolê Dilşat Kaya Canbaz ku di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Komkujiya li Parîsê jî mîna ya Sakîneyê wan ne tesaduf e, em dizanin ku ev berhema mejiyê dewletê ye, ev bûyer komkujiyeke ku wekî li Tirkiyeyê nayê zelalkirin e.  Ev ne bûyereke derûnî ye. Em wan kesên ku ev komkujî pêk anîne şermezar dikin û dixwazin komkujî were ronîkirin.”   ‘EM Ê JI WAN HESAB BIPIRSIN’   Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî bi bîr xist ku beriya 10 sal an jî li Parîsê komkujiyeke wisa pêk hatibû û wiha got: “Piştî 10 salan li heman Parîsê 3 hevalên me qetil kirin. Helbet ev komkujî komkujiyeke plankirî ye. Ev êriş êrîşên ku demekî dirêj berdewam dikinin. Îro li dijî kurdan hem li Tirkiyeyê, hem li Rojava, hem li Başûr û hem jî li Parîsê û li her dera cîhanê hûn dikarin dijminên kurdan bibînin. Kurd li dijî vê li ber xwe didin. Ji ber vê yekê em behsa êrîşeke plankirî dikin. Êşa me zêde ye. Em pir hestiyar bûn lê em ne bêçare ne. Em dixwazin ji kiryaran re bibêjin ku li dijî van êrîşan em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bikar bînin, ji wan hesab bipirsin ka ev êrîş ji ku hatine û çawa çebûne û em ê tu carî dest ji vê bîrdoziya xwe bernedin. Kujer rakirine nexweşxaneya psîkiyatrî lê em vê jî dizanin ku kûjere berê di girtîgehê de kuştin. Ji ber vê yekê ew difikirin ku bi revandin, veşartina sûcdaran dixwazin vê feraseta xwe bidomînin û dixwazin gelê me bitirsînin. Her kes dizane ku êdî ev wiha naçe û gelê kurd tu car tawîz nade û ji berxwedan û dest ji azadiya xwe bernade. Ji ber ku em mafdar in em ji bo her derê aştiyê dixwazin. Em ji bo nirxên gerdûnî yên mafên mirovan ên bingehîn têdikoşin. Lê yên li dijî me faşîst in. Em ê li dijî van têbikoşin.”