Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin 2022-12-25 18:03:18   ÊLİH - Gel piştî mîtînga ku li Êlihê hate lidarxistin, bi wêneyên kesên di êrişa li Parîsê de jiyana xwe ji dest dan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” meşek li dar xist.    Piştî mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê ya li Parka 8’ê Adarê ya bi dirûşmeya “Ji şer û xizaniyê re na” hate lidarxistin, gel meşek lidarxist. Piştî mîtîngê girseyeke qelebalix ber bi avahiya Rêxistina HDP’a Êlihê ve meşiya. Di meşa ku wêneyên kesên di êrişa li Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    Girseyê tevî astengkirina polîsan jî heta avahiya partiyê meşiyan.