Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn 2022-12-25 14:10:46 ÊLIH - Li Êlihê bi dirûşma “Ji şer û xizaniyê re na” li Parka 8’ê Adarê mitîng tê lidarxistin. Mitîngê bo coş û kelecanek mezin dest pê kir û nerazîbûn nîşanî Komkujiya Parîsê tê dayîn.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka 8’ê Adarê ya Êlihê mitînga bi dirûşma “Ji şer û xizaniyê re na” li dar dixe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Remziye Tosûn, Necdet Îpekyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî, Mûrat Sarisac, Îmam Taşçier û Huseyîn Kaçmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û bi hezaran kes tev li mitîngê bûn.  Li qada mitîngê pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Li dijî faşîzma qirkirina jinan dem dema azadiya jinan”, “Me bi ciwanê destpê kir, em ê bi ciwanê ser bikevin”, “Zext û binçavkirin nikarin me dêk bibin” û “Ciwan li hemberî we serî natewînin” û alên HDP’ê hatin daliqandin.   MITÎNG BI COŞ DEST PÊ KIR    Mitîng bi berzkirina “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” û bi tililî û coşek mezin dest pê kir. Li qada mitîngê wêneyên rojnamevan Nagîhan Akarsel a ku li Silêmaniyê û sê welatiyên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bilindkirin. Welatî ji 4 aliyan ve herikîn qadê. Welatiyan bi îşaretên serkeftnê û lîlandinê ketin qada mitîngê. Hê jî xelkê Êlihê tê qadê. Her wiha pankartên “Ez Kurd im” û “Me li kolana bi dest xist, em ê li kolanan biparêzin” hatin bilindkirin. Piştî gerandina govendê mitîngê li gel xwendina “Çerxa Şoreşê” bi rêzgirtinê dest pê kir.    ‘DUH HESKÎF ÎRO JÎ ÇEMÊ ÊLIHÊ’   Piştre Hevseroka HDP’ê yê Elihê Huseyin Sarik axaftinek kurt kir. Sarik anî ziman ku dirûşma “Jin jiyan azadî” bûye hêviya hemû gelan û wiha got: “Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet li ser şaredariyan tên meiandin û qyeûm tayînê şaredariyên me tên kirin. Lê em ê wan di hilbijartinan de bişînin. Duh Heskîfê û îro jî Çemê Êlihê dixwazin xwezaya me talan bikin. Em li dijî qirkirina xwezayê ne. Ev ax axa me ye. Ev welat welatê me ye. Roj roja biratî, yekitî û xwedî derketiya HDP’ê ye. Em duh jî li vir bûn, em ê sibê jî li vir bin.”   Piştî axaftina Sarik, Koma Rîtmên Azad bi stranên xwe derket ser dikê û stranên ji hev xweştir got.    Bername dê bi axaftinên Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ve berdewam bike. Herî dawî hûnermend Kadîr Çat derbikeve ser dike.    Mitîng bicoş didome.