Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin 2022-12-25 13:02:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê diyar kir ku li Fransayê bi deh hezaran kesî hêrsa xwe ya li dijî Komkujiya Parîsê ya roja şemiyê nîşan dan û spasiya gelê kurd û dostên wan kir ku beşdarî meşa li Parîsê bûn.   Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) têkildarî Komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCDK-E destnîşan kir ku divê ji bo çalakiya nobetê ya li Parîsê dest pê kir û heta ku merasîma cenazeyan pêk were, her kes seferber bibe.    KCDK-E diyar kir ku li Fransayê bi deh hezaran kesî hêrsa xwe ya li dijî Komkujiya Parîsê ya roja şemiyê nîşan dan û spasiya gelê kurd û dostên wan kir ku beşdarî meşa li Parîsê bûn. KCDK-E da zanîn ku dema merasîma veşartina şehîdan wê piştre bi raya giştî re bê eşkerekirin û xwest gelê kurd û dostên xwe bi girseyî beşdarî merasîma cangoriyan bibin.