Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek 2022-12-24 18:35:20 EDENE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li Edeneyê di mîtînga "Banga Edaletê" de axivî, komkujiya li Parîsê şermezar kir. Bûldanê ku got "Dê kurd li her derê cîhanê bibin yek" xwest demildest komkujiya li Parîsê bê zelalkirin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê li Qada Ûgûr Mûmcûyê mîtînaga "Banag Edaletê" li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk wekî axivêr beşdarî mitîngê bûn. Qada mitîngê bi alayên HDP'ê hat xemilandin û bi hezaran kes beşdarî mitîngê bûn.    Ewilî Hevserokên HDP'ê yên Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş girseyê silav kirin. Piştî silavdayînê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û xîtabî gel kir. Piştî Ozturk jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî.    'EM JI BO BIDAWÎBÛNA BÊHIQÛQÎTIYÊ LI QADAN E'   Bûldanê ewilî girseyê silav kir. Bûldanê piştî silavdayînê got ku ew ji bo bidawîbûna bêhiqûqîtiyan li qadan e. Bûldanê bilêv kir ku ji ber ku îro gelekî pêdivî bi edaletê heye li qadan e û wiha got: "Em dizanin ku hikûmeta AKP'ê di 20 salênd esthilatdariya xwe de bi taybetî bêhiqîqîtî, neheqî, zext, înkar û tahdeyê zêdetir dike. Em dizanin xwe xwe disipêre van tiştan. Îro ro rûyê AKP'ê nemaye ku li nava çavê civakê mêze bike. Em di anketan de dibînin ku êdî AKP qels dibe." Bûldanê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilat bi êrişên li ser hD«'ê, li ser jinan hewl dide desthilatê di dest xwe de bihêle û wiha got: "Lê kurd jî li ber xwe didin, têdikoşin û li ser pêyan in."    Bûldanê bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û got ku ev krîz û bêhiqîqtiyên rû didin jî ne derî şer in, ji lew re çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer tên xerckirin.    Bûldanê bal kişand ser dema pêvajoya 2013-2015'an jî û got ku piştî ku mase hatiye qulibandin dijminatiya li hemberî kurdan esas hatiye girtin û destkeftiyên kurdan yek bi yek hatine desteserkirin. Bûldanê wiha got: "Bi Darbeya 4'ê Mijdarê parlementerên me hatin girtin. Qeyûm tayinî şaredariyên gel hatin kirin û hevşaredar jî hatin girtin. Li Meclîsa Tirkiyeyê bi fezlekeyan parêzbendiya parlementeran hat rakirin û parlementerî hatin betalkirin. Mînaka vê ya herî dawî jî betalkirina parlementeriya Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel e. Lê divê baş zanibin ku Semra Guzel hê jî parlementera gelê Amedê û kurdan e."    'TÊ HÊLEKE HIQÛQÎ YA TECRÎDÊ TUNE YE'   Bûldanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û got: "Tecrîda li ser birêz Ocalan nêzî 2 sal in hatiye kûrkirin û veguheriye tecrîdeke mutleq. Ev tecrîd, ne rewa ye û tu hêleke qanûnî ya qedexekirina hevdîtina malbatê û parêzeran a bi birêz Ocalan re tune ye. Di tu hikmên qanûnê de ev bêhiqûqîtî tune ye. Bi temamî tiştekî kêfî ye û tecrîda ku li gor kêfa AKP'ê tê pêkanîn ji Îmraliyê ber bi tevahiya Tirkiyeyê ve belav bûye. Musebîbê herî mezin ê vî şerî, ê vê tecrîdê û van bêhiqûqîtî û bêedaletiyan helbet hikûmeta AKP'ê ye. Em HDP dibêjin ku demildest divê qanûn, detsûra bingehîn û hiqûq bê pêkanîn û rojek berî rojekê dawî li etcrîdê bê."    HDP BI BERXWEDANÊ BERSIVA BÊEDALETIYÊ DIDE   Bûldanê ji bo êrişa li DBP'ê jî ev tişt gotin: "Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir niha di binçavan de ye. Ev êrişa li Keskîn bayindir, a rast li etvahiya kurdan hatiye kirin. Ev êrişa li hemberî pêkhateyên HDP'ê, li hemberî kesên dilê wan ji HDP'ê re dixwaze bi xwe ye. Lê hûn çi bikin jî HDP tê. Bi berxwedanê bersiva êrişên we, bêhiqûqîtiyên û bêedaletiya we dide. Helbet ev amadekariyên hilbijartinê ne. Em dizanin. Ber bi hilbijartinê cwe dixwazin hemû derdorên li cem HDP'ê bişikînin. Lê bêhûde ye. Êdî gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bi van kirên we dizanin."   KOMKUJIYA LI PARÎSÊ   Bûldanê êrşa li paytexta Fransayê Parîsê şermezar kir û got ku kurd li her derên cîhanê hedef tên girtin. Bûldan wiha axivî: "Ber bi salvegera 9'ê Çileya 2013'an, qetilkirina 3 siyasetmedarên jin li Parîsê komkujiyek din çêbû. Em baş dizanin ku ev êriş, ev komkujî êrişine siyasî ne. Lê ger kujerên rasteqîn ên her sê jinên siyasetmedar bihatana dîtin û rast bihatana darizandin, dê duh li Parîsê komkujiyeke din çênebûna."    Bûldanê bilêv kir ku kurd dê li her derê cîhanê li dijî êrişan bibin yek û yekîtiya xwe biparêzin û têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin û li ber van êrişan serî netewînin.    Bûldanê di dawiyê de got ku dê bihar bi HDP'ê bê vî welatî û xwest her kes bi vê bîr û baweriyê heta roja hilbijartinê bixebite.    Mîtîng bi konsera hunermend Cevdet Bagca bi dawî bû.