Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne 2022-12-24 17:15:20   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û 14 siyasetemedar 2 roj in di bin çavan de tên ragirtin.    Hevseroka Giştî Keskîn Bayindir û 14 kesên din ku duh di serdegirtina Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û 9 avahiyên rêxistinê de hatibûn binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokên DBP’a Amedê Hayrettîn Altun û Seval Gulmez li Miduriyeta Polîsan a Amedê hate ragirtin. Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP’a Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokên DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek û Rabîa Aslan, Hevserokên DBP’a Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Aslan, Hevserokê DBP’a Mêrdînê Şerafettîn Aslan û Sureyya Dundar, Hevserokên DBP’a Êlihê Rûken Onat û Bûrhan Eglentî jî ji bajarên ku hatin binçavkirin anîn Amedê.    Nehate zanîn ka siyasetmedar bi çi tên sûcdarkirin. Hate diyarkirin ku roja duşemê wê kirariyên wergirtina îfadeya wan bên destpêkirin.