Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn 2022-12-24 15:00:05 MEREŞ - Saziyên elewiyan di salvegera 44’emîn a Qetlîama Mereşê qurbaniyan bi bîr anîn û banga “bi qetlaîamê re hevrû bibin” kirin.    Federasyona Elewiyan a Bektaşî (ABF), Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî (HBVAVK), Komeleyên Çanda Elewiyan (AKD), Federasyona Weqfên Elewiyan (AVF), Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk. (DAD) û Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê (AABK) ji bo bîranîna kesên 44 sal berê li Mereşê hatin qetilkirin hatin cem hev. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dîlokê Mahmut Togrul, Parlamenterê CHP’ê Orhan Saribal û nûnerên partiyên siyasî jî beşdarî bîranînê bûn. Girse heta cihê qetlîamê ku li taxa Yoruk Selîm pêk hat meşiyan û dirûşm berz kirin.    Girseyê tevî hemû astengiyên polîsan jî li cihê qetlîamê rêz girt û qurbaniyan bi bîr anîn.    Di bîranînê de parlamenter Mahmut Togrul axivî û destnîşan kir ku ew di salvegera 44’emîn de qurbaniyan bi bîr tînin û divê hêzên li pişt qetlîamê derbixin holê û ji ber ku bi qetlîamên berê re hevrûbûn nehat kirin îro qetlîam li dijî kurdan pêk tên.    Parlamenter Orhan Saribal jî destnîşan kir ku divê belgeyên qetlîama Mereşê werin eşkerekirin.    DÊ SERÊ XWE NETEWÎNIN    Serokê Giştî yê AABF’ê Huseyîn Mat jî diyar kir ku heta ku hesab ji komkujiyê neyê xwestin dê êşa wan kêm nebe û ew ê tu carî li ber cihêkarî û qetlîaman paşve gavan neavêjin û serê xwe netewînin.     ELEWHÎ BI CIHÊKARIYÊ RE RÛBIRÛ DIMÎNIN   Serokê Giştî yê AKD’ê Îsmet Kûrt jî li ser navê saziyên elewiyan metna daxuyaniya hevpar xwend û da zanîn ku elewî hê jî bi cihêkariyê re rûbirû dimînin û xwest dewlet bi qetlîamê re hevrû bibe.    Piştî axaftinan li gel lawjeyên elewiyan semah hat gerandin. Ji bo bîranîna qurbaniyan loqme hat belavkirin û bîranîna bi dawî bû.    Piştî bîranînê nûnerên saziyan çûn Goristana gundê Yolboyû ya bi ser navçeya Pazarcixa Mereşê ve û qurbaniyên li wir bibîr anîn.