Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin 2022-12-24 13:42:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran kurd û dostên xwe li Parîsê ji bo bîranîna her sê qurbaniyan meşiyan û qetlîamê şermezar kirin.  Duh li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûn.    Bi deh hezaran kurd û dostên xwe bi armanca protestokirina qetlîamê û bîranîna her sê qurbaniyan meş û mitîng li dar xistin. Meşê ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya dest pê kir û bi deh hezaran kes dirûşmên wek “Biji Serok Apo", “Jin jiyan azadî”, "Şehîd namirin”, "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz dikin. Meş heta Meydana République berdewam kir. Kurd û dostên xwe hêrsa xwe li dijî qetlîamê anîn ziman û xwestin qetlîam bê ronîkirin.