Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne 2022-12-24 13:27:36 MÛŞ - Li ferdên malbata Mîr Perwer ê ku di êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de jiyana xwe ji dest da, li mala xwe dilorîne û gotin dê cenaze bînin Mûşê.   Li mala endamê Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ku di êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytextê Parîsê yê Fransayê de jiyana xwe ji dest da ya li navçeya Gimgima Mûşê şîn hate danîn. Di saetên serê sibê de gelek kes ji navçeyên Bedlîs û Mûşê hatin serdana malbatê û sersaxî dixwazin. Hevjîn, dayik, xwişk û xizmên Perwer dilorînin û kesên hatin serdanê jî bûn hevxemên êşa malbatê û xemgîniya xwe anîn ziman.    Li gorî agahiyên ku malbatê dan; cenazeyê Perwer wê ji Parîsê bînin Mûşê û li vir were veşartin.