TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin 2022-12-24 11:15:54   NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-Çand Ewropa êrişa çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û wiha got: “Em ê tola şehîdên xwe bi hunera şoreşê re rakin.”   Duh li paytexta Fansayê Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û dikanên kurdan êrişek çekdarî pek hat. Di êrişê de 3 welatiyên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan   Daxuyaniya TEV-Çand Ewropa wiha ye:    “Weke ku tê zanîn bi destê dewleta tirk a faşîst duh, êrîşeke hovane li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hate kirin û hevalên me Evîn Goyî (Emine Kara), Hunermend Mîr Perwer û Apê Abdurahman Kizil şehîd bûn. Di serî de em bi rêzdarî û minetdarî hevalên me yên ku di êrişa terorê ya dewleta tirk de li paytexta Fransa Parîsê, şehîd bûne bi bîr tînin û soza xwe girêdanbûna bîranînên wan û tolhildanê dubare dikin.   Ji her sê hevalan yek jî hunermendê Tevgera Çand û Hunerê ya Kurdistanê Hozan Mir Perwer bû. Mîr Perwer, gelek salan li bakurê Kurdistanê hunera şoreşê bi deng, awaz û bi tembûra xwe pêk anî. Ji ber vê jî ji aliye dewleta tirk a dagirker ve 5 sal cezayê zindanê lê hat birîn. Piştî ku gihişt azadiya xwe, ji bo ku hunera xwe bide domandin berê xwe da Ewropayê û 2 salên xwe yên dawî li Parîsê Tevgera Çand û Huner ya Kurdistanê meşand.   HUNERMENDEKÎ GELÊ XWE BÛ   Wek hunermendekî şoreşger rêya şehîd Hogir, şehîd Mizgîn, şehîd Hozan Serhed ji xwe re kir rêya jiyanê. Di jiyana xwe ye rojane de jî hevalekî rûken, dilgerm bû û di hunera xwe de jî rêxistinkirî û milîtanek bû. Ew ê bi awaz û stranên xwe her tim dilê gelê xwe de bijî. Em hunermendên kurd soz didin, em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û tola wî bi hunera şoreşê re her tim bilind bikin.”