Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin 2022-12-24 11:13:01   RIHA - Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Rihayê Fîkret Tekînalp diyar kir ku hevdîtina parêzer û malbatê ya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tê astengkirin û anî ziman ku li bendê ne Wezareta Dadê û TBB gavên pêwîst biavêjin.     Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, li dijî astengkirina hêvdîtinê ya parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîda giran de tên ragirtin serî li Baroya Rihayê dabû. Li ser daxwaza 39 parêzeran, Baroya Rihayê jî serî li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û Wezareta Edaletê da. Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Rihayê Fîkret Tekînalp li ser serlêdana wan a li Wezareta Edaletê û TBB’ê axivî.   ‘LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ TUNE HATE HESIBANDIN’   Tekinalp, ji bo serlêdana 39 endamên Şaxa OHD’ê ya Rihayê ya li ser “astengkirina hevdîtina parêzeran” a li ser girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimînin got, ji sala 1999'an û vir ve Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de li dijî hiqûqa Tirkiyeyê hatiye afirandin. Tekînalp, diyar kir ku Îmraliya ku girtîgeke yek kesî ye piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê hatiye afirandin û wiha got: “Di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil girtîgeheke yek kesî hate afirandin. Li vir pêkanînên li dijî hiqûqa navnetewî û pêkanînên hiqûqa Tirkiyeyê tune hatine hesibandin.”   ‘SERLÊDANAN LI WEZARETA EDALETÊ Û TBB’Ê’    Tekînalp, bi bîr xist ku Ocalan ji 25’ê adara 2021’an ve ne bi parêzerên xwe ne jî bi malbata xwe re hevdîtin nekiriye û wiha berdewam kir: “Weke baroya Rihayê ji ber ev yek li dijî peymanên ku Tirkiye alîgirê wan e me ji bo ku bikevin nava liv û tevgerê hem serî li Wezareta Dadê hem jî serî li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê da.”   ‘TECRÎD SÛCÊ ÎŞKENCEYÊ YE’   Tekînalp, destnîşan kir ku bi awayekî teknîk astengkirina hevdîtinê ya girtiyên li Îmraliyê ya malbat û parêzeran tecrîd e û wiha pê de çû: “Weke tê zanîn tecrîd li gorî gelek normên hiqûqî û PMME’yê di çarçoveya qedexeya îşkenceyê de ye. Ji ber vê yekê berdewamkirina tecrîdê ya Tirkiyeyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê û kûrkirina wê ye.”   LI BENDA WEZARETA DADÊ Û TBB’Ê NE   Tekînalp da xuyakirin ku hevdîtinên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê bi malbat û parêzeran re hem di çarçoveya mafê parastinê hem jî di warê mafên mirovan ên bingehîn de girîng e û got: “Em weke parêzvanên mafan û baroyan wezîfeyeke cidî digirin ser milê me ku binpêkirineke bi vî rengî ya mafan nedomînin û bisekinînin. Bendewariya me ji Wezareta Edaletê û Baroyê ew e ku hemû hiqûqê pêkbînin û di zûtirîn demê de dawî li van binpêkirinên mafan bînin.”    ‘BILA GAVÊN PÊWÎST BÊN AVÊTIN’    Tekînalp anî ziman ku rakirina tecrîda li vir dikare hem baweriya bi aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê û hem jî ya hiqûqê nû bike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bendewariyên me yên ji serlêdanê ev in. Em hêvî dikin ku ev pêk werin. Em bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl, Wezareta Edaletê û Yekîtiya Baroyan dikin ku piştgiriyê bidin wan. Dawiya vê yekê dibe ku di dîroka Tirkiyeyê de gaveke cidî be. Wê rê li ber gelek tiştan veke, weke vekirina qenalên diyalogê. Wê bibe gavek ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan an jî binpêkirinên mafan ên li derveyî girtîgehan. Lewma em vê mijarê girîng dibînin û li bendê ne ku Wezareta Edaletê û TBB gavên pêwîst biavêjin.”   MA / Mujdat Can