Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye 2022-12-24 09:50:59   AMED - Amediyên ku bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Semra Guzelê dan, bi lêv kirin ku pergala zordar a li dijî vîna wan şermezar kirin û diyar kirin ku gelê kurd dê li vîna xwe xwedî derkeve.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê di 1'ê Adarê de bi dengên parlamenterên AKP, MHP, CHP û ÎYÎ Partiyê hatibû rakirin, di 2'ê Îlonê de  hatibû binçavkirin û pişt re bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Parlamenteriya Guzel bi boneya neçûye xebatên qanûnçêkirinê di 22'yê kanûnê de li Desteya Giştî ya Meclisê hat betalkirin. Amediyên ku em pê re axivîn, bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê dan û diyar kirin ku vîna gelê kurd hatiye xespkirin û pergala zordar û nijadperest şermezar dikin.   Welatiyê bi navê Mûstafa Ozguvercîn, anî ziman ku di demeke ku hişmendiya rêveberiyê faşîst bûye de, dibe ku her tişt were kirin û wiha got: “Semra Guzel bi denge gel hatiye hilbijartin. Mafê tu kesê nîne ku vîna gel paşguh bike.”    Ozguvercîn, diyar kir ku binçavkirina wekilên ku hatine hilbijartin neheqiyek mezin e û wiha berdewam kir: “Êdî çûna desthilata AKP-MHP’ê ya ku ev biryar girtî gelekî nêzîk bûye. Em ê li ser sindoqan bersiveke pir baş bidin wan û zihniyeta wan ji holê rakin. Zîhniyeta faşîşt êrîşê cûdatir tiştek nake. Guzel ji bo parastina mafên gel hatiye hilbijartin û ji bo parastina mafên xwe çi ji destê me bê em ê bikin.”   ‘EM VÊ ZÎHNIYETÊ ŞERMEZAR DIKIN’   Ozguvercîn ku bertek nîşanî girtina Selahattîn Demîrtaş jî da, wiha got: “Ji ber ku ji kurdan ditirsin, hewl didin ku bi binçavkirin û girtinê wan bitirsînin. Bi sedan siyasetmedarên kurd bê sûc hatine girtin. Em vê zîhniyetê şermezar dikin.  Mafê tu kesî tuneye ku wekîlên me yên ku mafên me diparêzin bigire, parêzbendiya wan rake.”   ‘VÎNA GEL HATE XESPKIRIN’     Rojhat Çetîn jî anî ziman ku vîna gel her tim tê xespkirin û diyar kir ku di rastiyê de niha ne siyasetmedar, vîna gelê kurd girtî ye. Çetîn, anî ziman ku ji bo tenduristiya civak û gelan divê bêdengî ji holê bê rakirin û got: “Li hemberî polîtîkayên şer ên dewletê gel bêdeng dimîne. Di pêvajoyên wiha de divê gel berpirsyariya xwe bi cih bîne. Em rastî gelek polîtîkayên dagirkeran hatin. Wekîlên me hatin girtin, qeyûm avêtin ser şaredariyên me. Kesî deng dernexist. Ger gel bibin yek em ê li hemberê wan bi hêztir bibin."   ‘DENGÊ GEL DIYARE’   Çetîn, diyar kir ku desthilatdariya heyî dema dixwaze dengê gel qut bike li hemberî vîna gel û hilbijartiyan polîtîkayan dimeşîne û wiha got: “Dema ku dewlet dixwaze gel asteng bike, wekîl û siyasetmedaran diavêje girtîgehan. Lê encama van polîtîkayan gel hîn pirtir xurtir dike. Gelê kurd guheriye û êdî bêdeng namîne. Gelê kurd miletekî polîtîk e. Bila vê baş fêm bikin ku gelê kurd ne weke berê ye. Dema ku parlementer, siyasetmedar, nûnerên me tên girtin ev tê wê wateyê ku gele kurd hemû di girtîgehê de ne. Bila dest nedin wekîl û siyasetmedarên me. Ew parlamenter ne bi serê xwe hatiye wê derê, bi vîna gel hatiye. Di hilbijartinên pêş de gelê kurd dê teqez xwe dengê xwe bide HDP’ê. Êdi cîhan gele Kurd û HDP nas dike. Hilbijartinên di peşiya me de deng û rengê gelê kurd zelale.”   ‘GUZEL SERÎ NATEWÎNE’   Nîmet Işiktaş, jî got, Semra Guzel vîna gelê kurd e û divê ev îrade bê parastin û wiha berdewam kir: “Desthilata AKP'ê zilmê li hemû parlamenterên bi dengên gelê kurd hatine hilbijartin dike. Kesên ku li gel hikûmetê dizî, zilm û zordariyê dikin dengê xwe nakin. Dadgeh, daraz û edalet di destê wan de ye. Li dijî kesên ku ji bo wekheviya maf û hiqûqê têdikoşin, her kes bi hev re ye. Banga min li hemû gelê kurd ev e. Ger em bi hev re bin, hevdu bi tenê nehêlin em ê di her tiştî de bi ser bikevin û mafê xwe bi dest bixin. Gelê kurd bi helwesta xwe ya li ser sindoqan wê weke sileyekê ji wan re bibe bersiv. Serê Semra Guzel bilind e, serê wê natewe. Yên ku serê wan tewandî ew in. Serê gelê kurd heta mirinê wê li hemberî desthilatdaran her tim rast û bilind be û nayê tewandin. Bila baş zanibin ku gelê kurd heta roja îro serî netewandiye.”   ‘BILA DEST JI VAN POLÎTÎKAYAN BERDIN’   Welatiyê bi navê wî Hacî Ataş jî bi bîr xist ku desthilata AKP'ê û MHP'ê û mûxalefetê di dema mijar dibe gelê kurd hemû li dijî kurdan dibin yek û ev tişt gotin: “Yekane rêya çareseriyê ya HDP'ê rêya sêyemîn e. Li Tirkiyeyê bi navê vînê tiştek nemaye. Çi kesên ku ji xwe re xetere dibînin, digirin, partiyan jî digirin. Partiya me temsîl dike HDP ye û çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Divê qeyûmên tayînî şaredariyên me hatine kirin û zextên li ser siyasetmedarên me bi dawî bibin. Di nava HDP'ê de parlamenterek tenê bimîne jî em ê dengê xwe bidin wî. Em şer, talan û îstîsmarê naxwazin.”   'TÊKOŞÎN DÊ BIDOME'   Cahît Ûçgul, diyar kir ku ger wekîl û siyasetmedar bên girtin jî, dê dîsa denge xwe bidin HDP'ê û got: "Ew HDP'ê bigirin jî em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Em kurd in û em ê her tim li partiya xwe xwedî derkevin.  Bila dunya alem bizanin ku çiqas wekilên me bêxin jî em ê dîsa bidin HDP'ê. Çiqas zext îşkence li me bibe jî em ê dengê xwe bigihînin cîhanê. Em ê parastina mafên xwe bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Welatiyê bi navê Huseyîn Can jî diyar kir ku hilbijartina li dijî vê polîtîkaya dijdemokratîk bê kirin wê ji bo her kesî baş be û wiha got: “Ev desteserkirina vîna me ye û tune hesibandine. Partiya me diyar e. Em ê di roja hilbijartinê de dawî li van lîstikên hikûmetê bînin."