Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin 2022-12-23 21:25:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li welatên Ewropayê dijîn li dijî komkujiya li paytexta Fransayê Parîsê ku 3 kurd hatin qetilkirin, daketin qadan û komkujiyê protesto kirin.   Kurdên li welatên Ewropayê dijîn li dijî komkujiya li paytexta Fransayê Parîsê ku 3 kurd hatin qetilkirin, daketin qadan û komkujiyê protesto kirin.   ALMANYA   Kurdistanî û dostên wan ên ku li ber Hauptbahnhof a bajarê Hannover ê Almanyayê hatin ba hev, êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û kargehên Kurdan ên li paytexta Fransayê Parîsê şermezar kirin.   Kurdistaniyên li qada Lûîsentplatz a bajarê Darmstadt ê Almanyayê hatin ba hev, êrîşa li Parîsê bi mîtîngekê şermezar kir.   Kurdistaniyan diyar kir ku êrîş bi fermana Erdogan û Suleyman Soylû hatiye kirin û bang li gel kir ku sibehê biçe Parîsê û li şehîd û birîndaran bibe xwedî.   Kurd û dostên wan li bajarê Freîbûrg ê Almanyayê ji bo protestokirina komkujiya li Parîsê, li qadan bûn. Di çalakiyê de peyama “Em faîlên vê komkujiyê nas dikin. Teqez ne tesaduf e ku ev komkujî di salvegera 10’emîn a qetilkirina Sakîne Cansizan de, hatiye kirin. Yê ev komkujî pêk anî ne tenê yek kes e, em faîlê li pişt jî nas dikin û em ê hesab bipirsin. Heta ku em bersivekê digirin, em ê terka qadan nekin” hat dayîn.   Kurdistaniyên piştî banga tevger û rêxistinên azadiyê yên kurd, li bajarê Gîessen ê Almanyayê hatin ba hev, qetlîama li Parîsê protesto kir. Di mîtînga bi pêşengiya DKTM ya Gîessenê hat lidarxistin de, gel daxwaza eşkerekirina hêzên li pişt qetlîamê kir û bang kir ku her kes sibehê biçe Parîsê ku qetlîam lê hat kirin.   Li Dortmûnd a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan saet di 17.00 de li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û komkujiya li Parîsê şermezar kirin. Di çalakiyê de pankartên “Ewropa, li hemberî komkujî û bomberdûmana dewleta Tirk a li Kurdistanê bêdeng namîne!”, “Îxracata çekan û piştgiriya aborî ya ji bo dewleta Tirk dibe sedema qirkirina Kurdan” hatin vekirin. Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di komkujiya li Parîsê de şehîd bûne dest pê kir, bertek nîşanî êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hat dayîn.   DANÎMARKA   Li paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdistanî li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev û komkujiya faşîst a li ser Navenda Çanda Ahmet Kaya hat kirin, şermezar kir.   Di axaftina hat kirin de, ev tişt hatin destnîşankirin: “Gelê kurd wê li dijî van komkujiyan bêdeng nemîne û em qebûl nakin. Bila hemû cîhan û raya giştî bizane ku ev êrîş ji polîtîkayên dewleta Tirk ne qut e. Êrîş ji ku derê tê bila bê, dewleta Tirk bi polîtîkayên şer ên qirêj ku li dijî gelê Kurd dimeşîne, li her derê êrîşê Kurdan û kesên rewşenbîr dike. Dewleta tirk bi artêş, polîs û çeteyên mîna DAÎŞ’ê ku berhemê wan bi xwe ye, polîtîka û şerê toyekûn ê li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd, dihilgire qadên navneteweyî. Dewleta kujer a ku 2013’an li heman bajarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kir, bi heman motîvasyonê îro dîsa komkujiyek din pêk anî. Eger dewleta Fransa ev komkujî bi hemû aliyan ve derxistiba holê, îro ev komkujî pêk nedihat.”   Di dema axaftinê de bê navber dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Em komkujiyên lîderê DAÎŞ’ê Erdogan ên li Parîsê pêk anî protesto dikin”, “Bêdeng nemîne” û “Hingê ku bêdeng bimînî, wê hîn zêdetir komkujî çêbibin” hatin berzkirin.   Girseyê di serî de Fransa bang li Yekîtiya Ewropa û welatên din kir ku li dijî van komkujiyên faşîst û hovane yên li dijî gelê Kurd tê kirin, peywira xwe bi cih bînin.   FÎNLANDIYA   Li bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê jî gelê ku bi qetlîama li Parîsê hisiya, hat ber Sefaretxaneya Fransayê. Bi daxuyaniya ku li ber sefaretxaneyê hat dayîn, banga eşkerekirina hêza li pişt qetlîamê hat kirin. Qetlîam, bi berzkirina dirûşman hat şermezarkirin.    QIBRIS   Ji bo protestokirina komkujiya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê dijîn, hatin ba hev û meş û mîtîng li dar xistin.   Kurdistanî û dostên wan li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos a Lîmasolê hatin ba hev û ji vir meşiyan. Di meşê de alên PKK, HPG, YPG, YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan û dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Dewleta Tirk a faşîst”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Dîktator Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.   Lezgîn Serhat di mîtîngê de axivî û komkujiyê şermezar kir. Serhat diyar kir ku ev komkujiya îro hat kirin ne tesaduf e, bi zanebûn û organîzekirî hat kirin û got ku yên 9’ê Çileyê 2013’an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin, îro li heman bajarî bi heman awayî xwe eşkere kirin. Serhat destnîşan kir ku ji ber Komkujiya 9’ê Çileyê nehat ronîkirin, îro ev komkujî dîsa pêk hat.   Lezgîn Serhat daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Fransayê jî rexne kir û anî ziman ku daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Fransayê, sînyala veşartin û parastina faîlan dide. Serhat ragihand ku hikûmeta Fransayê divê demildest hêzên li pişt vê komkujiyê û yên bûne hevkarê komkujiyê, eşkere bike û got: “Eger ku ev yek nekirin, wê demê ev tê wateyê ku dewleta Fransayê li aliyên kesên komkukî pêk anî ye.”   YEWNANÎSTAN   Kurd û dostên xwe yên li Atînayê, ji bo protestokirina êrîşa li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, ji Qada Syntagmayê pêşî meşiyan ber Sefaretxaneya Fransayê, ji wir jî meşiyan ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê.   Polîsên Yewnan, ber li girseyê girt ku gihîşt ber Sefaretxaneya Fransayê. Girseyê, bi berzkirina diruşiman û çepikan li xwepêşandanê dewam kir. Polîsan, bi bombeyên gazê êrîş bir ser girseyê. Polîsan, daxwaza belavbûnê li girseyê kir lê gel di lidarxistina çalakiyê de bi israr bû û ji cihê lê bû veneqetiya û bi berzkirina diruşiman li xwepêşandanê dewam kir.    Girseyê, bêyî navber diruşimên “PKK, tolhildan“, “Fransaya dîktator“ û “Erdoganê faşîst ê kujer“ berz kirin û diyar kir ta ku rê bê vebibe ew ê li ber meclîsa Yewnanistanê li xwepêşandanê dewam bike. Polîsan piştre rê vekir û hişt ku girse bimeşe ber bi Sefaretxaneya Tirkiyeyê ve. Girse ku gihîşt ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê bi deqeyekê rêz ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê girt. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Navenda Çandê ya Kurd a Atînayê daxuyanî hat dayîn. Êrîş, bi daxuyaniyê hat şermezarkirin.   Piştî daxuyaniyê, girseyê dirûşmên “PKK, tolhildan“ û “Şehîd namirin“ berz kirin û belav bû.