Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin 2022-12-23 17:13:33   ŞIRNEX - Cenazeyê endama YJA-STAR'ê Guler Gungen ku di pevçûneke li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Avgamasya hat definkirin.   Cenazeyê endama YJA Starê Guler Gungen a ku li herêma Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di pêvçûnekê de  jiyana xwe ji dest dabû, anîbûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Gungen cenaze teşhîs kiribûn lê belê cenaze nedabûn malbatê. Li gel derketina encama mînaka xwînê ya îro cenazeyê Gungen radestî malbata wê hat kirin. Malbata Gungen cenaze teslîm girtin û li gundê Avgamasya yê Şirnexê defin kir.    Polîsan destûr neda ku ji xeynî malbata Gungen kesek tev li cenazeyî bibe.