Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin 2022-12-23 16:04:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişeke çekdarî pêk hat û di êrişê de 3 kes hatin qetilkirin û hin kes jî birîndar in.    Li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye êrişek çekdarî pêk hat. Her wiha êrişkar, gule li restorantek kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşandiye.    Li gorî medya Fransayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên polîsan, 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 kes jî birîndar bûne.    Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin. Polîsan der û dora Navnedê girtine û nahêlin kes xwe nêzîk bike. Ji hundirê Navendê jî agahî nayê bidestxistin.   Şahidekî ji Medya Haber TV re axivî û wiha got: "Kesek hate ber komeleyê, gule li kesên li ber komeleyê reşand."    Li gorî AFP'ê, çavkaniyeke polîsan ragihand ku êrişkar hatiye girtin, yekî temenê wî derdora 60 salî ye. Şahidekî jî diyar kir ku 7 heta 8 caran gule li Navendê hatiye reşandin.   Balkêşe ku êriş beriya salvegera 10'emîn a qetilkirina 3 jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatibûn qetilkirin, pêk hat.    Şaredarê Parîsê û Cîgirê Yekemîn li ser Twitterê ragihand ku li avahiya şaredariya 10'emîn a paytextê beşa lezgîn a medîko-psîkolojîk hatiye avakirin.   Dozgeriya Parîsê daxuyanî da BFM TV û got: "Têkildarî sûcên tundiyê yên girankirî, kuştina bi zanebûn, lêpirsîn hatiye destpêkirin." Dozgeriyê diyar kir ku kesekî 69 salî hatiye binçavkirin.