Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene 2022-12-23 14:43:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Fransa Parîsê êrişek çekdarî li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat.   Li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye êrişek çekdarî pêk hat. Li gorî nûçeya ANF'ê, li komeleyê hin kes birîndar bûne. Her wiha tê gotin ku li kargehên kurdan ên li derdora Navendê ne jî hatiye reşandin.   Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin. Polîsan der û dora Navendê girtin û nahêlin ku kes xwe nêzî avahiyê bikin. Ji hundirê Navendê agahî nayên bidestxistin. Tê gotin ku herî kêm 6 welatî birîndar bûne û rewşa sê kesan xedar e.    Balkêşe ku êriş beriya salvegera 10'emîn a qetilkirina 3 jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatibûn qetilkirin, pêk hat.