Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan 2022-12-23 12:46:34   AMED - Li gelek bajaran danê sibehê di sergitan avahiyên DBP û malan de din av de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek hevserokên bajaran hatin binçavkirin. Endamên DBP'ê bertek nîşanî nûçeyên A Haberê ku bi nêzîkatiya xwe ya bi AKP'ê ve tên naskirin, dan.    Di encama operasyona qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên kurd de, li gelek bajaran bi ser avahiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û malên rêveberên wê de girtin, di serdegirtina malan de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Li avahiya DBP'a Amedê ya li navçeya Rezanê berdewam dike. Di lêgerînê de ji bilî parêzerekî destûr nehat dayîn ku parêzer û rêveber biçin hundir. Di dema lêgerîn dewam dikir de nûçeya A Haberê ya ku alîgiriya îktiarê dike li ber avahiya DBP'ê weşana zindî kir.    Rêveber û endamên DBP'ê ku kom bûbûn bertek nîşanî weşana A Haberê dan û wiha gotin: “Hûn nûçeyên derew çêdikin. Lêgerîn berdewam dike. Hûn çawa dizanin ku li vir çi girtine? Hûn ji ku hîn bûne? Kîjan amûrên elektronîk yan ji danîne ser belgeyên rexistinî. We ev agahî ji kî girtiye? "