Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin 2022-12-23 11:11:15   STENBOL - Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girt û rêveberê HDP’a Sancaktepeyê Kerîm Kiliç jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.    Polîsan serê sibehê li navçeyên Stenbolê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinên malên li navçeyên Kuçukçekmece, Ataşehîr û Sancaktepe rêveberê HDP’a Sancaktepeyê Kerîm Kiliç jî di nav de welatiyên bi navê Ahmet Ozbey, , Melek Akdogan, Şukran Altunkaynak, Devran Kaya, Muhîtîn Guler, Kaddafî Unal hatin binçavkirin.    Derbarê hêceta binçavkirinê de aagahî nehatin bidestxistin û her 7 kesan birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.