Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin 2022-12-23 10:40:44   STENBOL - Beriya danişîna doza Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci hevpîşeyên wê li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê kom bûn û xwestin bê beraetkirin.    Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê li dijî endamên HPG’ê bikar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin. Îro danişîna ewil a doza Fincnci li Dadgeha Çaglayana Stenbolê tê lidarxistin. Beriya danişînê hevpîşeyên Fîncanci, nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedar û nûnerên sazî û dezgehên navnetewî li ber edliyeyê kom bûn.    Beriya daxuyaniyê polîsan der û dora edliyeyê dorpêç kirin. Dxuyanî bi pêşengiya rêxistinên tenduristiyê pêk hat û gelek kes û nûnerên saziyan tev li bûn û dirûşmên bo Fîncanci berz kirin û dovîzan hildan.    DÊ DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN    Di daxuyaniyê de ewil Serokê Desteya Rêveberiya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Emîn Korkmaz axivî û destnîşan kir ku ew ê dest ji têkoşînê bernedin û got: “Li dijî her kesî êrişên topyekûn hene. Ji hunermendan bigire heta ser serok şaredaran êriş hene. Em ê bi awayek hevpar têbikoşin û bi ser bikevin. Divê Mucela Yapici û Şebnem Korûr Fîncanci demildest bên berdan.”    ‘TAVILÊ BERDIN Û BERAET BIKIN’    Serokê 2’yemîn ê TTB’ê Alî Îhsan Okten jî metna ku hatibû amadekirin xwend. Okten anî ziman ku tu palpiştiya hiqûqî ku Fîncanci pê were girtin nîne û got: “Seroka me bi awayek siyasî û nehiqûqî hatiye girtin. Em hêvîdarin ku ev pêvajo demildest bi dawî bibe. Em wek TTB û odeyên xwe hemû li vir in. Em gazî we dikin û dibêjin Şebnem Korûr Fîncanci tavilê berdin û derbarê wê de biryara beraetê bidin.”    Okten diyar kir ku ew hêvî dikin ku mamosteya xwe Şebnemê bi pêşmalkên xwe spî pêşwazî bikin û ew ê gişt bi hev re li dijî zextan li ber xwe bidin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Mamoste Şebnem rûmeta me ye” bi dawî bû. Paşê girse ji bo danişînê bişopîne derbasî avahiya edliyê bû.