Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan 2022-12-23 09:08:58   ŞIRNEX - Zekî Tosûn ku 2 kurên wî di êrişên hewayî de hatine qetilkirin, diyar kir ku 11 sal di ser Komkujiya Roboskiyê re derbas bûne, lê êşa wan qet kêm nebûye û got: "Em jibîr bikin wê qirika me ziwa bibe û dengê me dernekeve."    Li ser sînorê gundê Roboskiyê yê navçeya Qilêbanê ya Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de 19 jê zarok 34 kes ji aliyê balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ve hatibûn qetilkirin. Kesên ku di komkujiyê de hatin qetilkirin 19 jê di biniya 18 salan re bûn. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dabûn, ji malbata Encûyê bûn. Çendî pîranî ji malbata Encu bûn jî, lê her 34 kes xizmên hev bûn. Ji 34 kesên ku hatibûn qetilkirin yek jê Mehmet Alî Tosûn ê 23 salî bû. Tosûn ku bavê wî 2 caran zewiciye, wekî zarokê sêyan ê malbateke xizan hatiye dinê. Bavê wî şev û rojên xwe dike yek û zarokên xwe di şert û mercên herî giran de mezin dike. Tosûn yek ji wan zarokan bûye ku dê û bavên wî pir jê hez dikirin. Ji ber ku nifûsa malê zêde bûye û mala ku tê de diman têra wan nedikir, Mehmet Alî her tim xeyala malekê kiriye û ji bo vê xeyala xwe pêk bîne jî dest bi bazirganiya sînor kiriye. Lê beriya ku vê xeyala xwe pêk bîne hat qetilkirin.    Tosûn wê roja ku dê û bavê wî ne li malêbûne ji malê derdikeve û nema vedigere. Tevî hemû şîretên dê û bavên xwe jî berê xwe dide ber sînorê mirinê. Di wê şevê de Mehmet Alî Tosûn bi 33 hevalên xwe û gundiyên xwe re bi awayekî hovane tê qetilkirin. Piştî qetilkirina Tosûn, bavê wî xeyala wî pêk tîne û li hemberî goristana 34'an xeyala kurê xwe ya nîvcomayî temam dike. Piştî komkujiyê ji bo birayê wî Ramazan jî, êdî barê jiyanê diguhere. Ramazan dest ji dibistanê berdide ku pir jê hez dikir û di sala 2014'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe. Çarenûsa Ramazan jî eynî wekî ya birayê wî ye. Ramazan di sala 2018'an de li herêma Pîranê ya Elkê ya Şirnexê di êrîşeke hewayî de, di temenê birayê xwe Mehmet Alî de tê qetilkin. Cenazeyê Ramazan ji aliyê malbata wî ve tê teşhîskirin, lê ji ber ku rapora leşkeriyê û midûriyeta polîsan hev nagirin cenaze li Goristana Bêkesan tê definkirin. Malbata wî di rojên taybet de diçe vê goristanê, serdana gora wî dike.    'EW DAXWAZ WEKE KULEKÎ DILÊ WÎ DE MA'   Bavê Alî Tosûn, Zekî Tosûn (67) diyar kir ku wî zarokên xwe di şert û mercên pir zehmet de mezin kiriye. Tosûn bilêv kir ku xeyalên kurê wî nîvco mane û wiha axivî: "Mehmet Alî zarokê min ê duyemîn bû. Ji pêşiyên me heta niha me bi vî awayî debara xwe dikir. Me bi çavên xwe gelek xîzanî dît. Me ji bo nanê zarokên xwe şev û roj li xwe kirin yek. Me zarokên xwe di xizaniyeke gelek giran de mezin kir. Piştî ku me zarokên xwe di van şert û mercên giran de mezin kirin, dest bi dibistanê kirin. Me ew ji bo ku ne wekî me di şer tû mercên zehmet de, lê di xweşiyê de bin mezin kirin. Mehmet Alî li dibistanê gelekî jîr bû. Her salê spasname yan jî belgeya serkeftinê werdigirt. Em bi wî serbilind bûn. Min bawer dikir ku pêşeroja wî geş e. Di wî emrê xwe de barê malê girt ser milê xwe û rênçberiya malê dikir. Piştî temenekî hat, çû leşkeriyê. Li Qibrisê leşkeriya xwe kir. Piştî xelasbûna leşkeriya wî, fermandarê bolukê ji wan re dibêje, 'hûn ji ku ne?' Mehmet Alî jî dibêje, 'ez Şirnexî me.' Ji ber ku dibêje 'ez Şirnexî me' 10 rojan ceza lê dibire û 10 rojan leşkeriya wî dirêj dike. Piştî cezayê wî xelas bû hat malê. Piştî ku hat malê xwest alîkariya malê bike. Daxwaz û xeyala wî ya herî mezin malek bû. Xaniyê me hebû, lê biçûk bû. Tenê sê odeyên xanî hebûn. Ji ber ku nifûsa malê zêde bû, ji bo me teng bû. Wî jî ev tişt dît û got, 'bavo ez alîkariya te bikim û em bikaribin avahiyekî çêbikin wê baş bibe.' Avahîçêkirin ji wî re bû mereq. Ev daxwaz weke kulekê ket hûndirê wî. Ew jî negihîşt mirada xwe."   XEBERA KOMKUJIYÊ   Tosûn anî ziman ku wan li Sêrtê xebera komkujiyê bihîstiye û wiha behsa wê kêliyê kir: "Roja pêşiya komkujiyê ez û dêya wî çûn Sêrtê serdana keça min. Xwediyê mirî kore ye. Me nedizanî ku dê dewlet vê komkujiyê bîne serê me. Wê serê sibehê li vir berfek spî barîbû. Beriya biçim Sêrtê, ez çûm min kurê xwe hembêz kir û ew maç kir. Dilê min nerakir ku wî ji xewê rakim. Me berê xwe da Sêrtê û em bi rê ketin. Di rê de li min geriya. Min şîret lê kir û got, 'neçe tu deran heta em tên.' Piştre bi dêya xwe re axivî. Di sibeha 25'ê Kanûna 2011'an de bi hevalê xwe re çû sînor. Ji bo ku hewceyî malbatên xwe nebin çûn. Tişta ku digihîşt wan tenê 50 lîre bû. Çûn û hatin qetilkirin. Di serê sibeha wê rojê de ji me re telefon hat û gotin, 'komkujî çêbûye û di nav de Mehmet Alî jî heye.' Ew dîmenên ku me ew dîtin kesek nebîne. Derûniya me xera bû. Me di morga Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê de cenazeyê xwe dît. Me dît û em naxwazin kesine din bibînin."    PIŞTÎ KOMKUJIYÊ KUREKÎ WÎ TEVLÎ NAV REFÊN PKK'Ê DIBE   Tosûn bal kişand ser kurê xwe Ramazan jî. Tosûn da zanîn ku kurê wî Ramazan jî piştî birayê xwe tevlî nava refên PKK'ê bûye û ev tişt gotin: "Wê demê kurê min Ramazan jî li Cizîrê medrese dixwend. Ji ber ku derfetên me tune bûn, kurê me li wir dima. Ramazan jî li dibistanê pir jîr bû. Pir dixwest ku dibistanê bixwîne. Ewilî li Cizîrê xwend û piştre me ew anî Şirnexê. Paşê mamostetiya wêneyan qezenc kir. Ciwanekî pir biaqil bû. Piştî ku ev komkujî çêbû dev ji dibistanê berda û got, 'ez êdî dibistanê naxwînim.' Me nedizanî ku fikra tevlîbûna nava refên PKK'ê di hişê wî de heye. Di sala 2014'an de ku di vê salê de li ser Kobaneyê êrîş hebûn tevlî nava refên PKK'ê bû. Piştî ku çû min tu agahî jê nestandin. Di sala 2018'an de agahiya şehadeta wî ji me re hat. Li herêma Piranê ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombardumanê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li goristana bêkesan a li Şirnexê hatiye definkirin."   'EWILÎ JI ROBOSKIYÊ RE EDALET'   Tosûn doza edaşetê kir û got ku röya edeletê di Roboskiyê re derbas dibe û ev tişt gotın: "Zilm li me hat kirin. Xiyanet li me hat kirin. Daxwaza me tenê edalet e. Heger dewlet edeletê neyîne Roboskiyê, ez bawer nakim ku edeletê bîne tu deran. Zilm û zordestiya li ser Roboksiyê hatiye kirin li ber çavan e. Ev komkujî bi zanebûn kirin. Tiştekî veşartî tune ye. Em dixwazin ku kujerên zarokên me bên darizandin. Dibêjin ku FETO'yê ev komkujî kiriye. Demekê xwarin û vexwarina we bi wan re bû. Wan kuşt, lê çima doz nayê kirin? Çima endamekî FETO'yê ji ber vê komkujiyê nehatiye darizandin? Ew zilm û heqereta li ser me hatiye kirin heta ku em saxbin û dilopeke xwîn di laşê me de bimîne, em jibîr nakin. Em jibîr bikin wê qirika me ziwa bibe û dengê me dernekeve. Em dibêjin ewilî ji Roboskiyê re edelet û piştre jî ji tevahiya cîhanê re edelet."    MA / Zeynep Dûrgût - Ahmet Kanbal