ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN 2022-12-23 09:00:18   * Zekî Tosun ku 2 kurên wî di êrîşên hewayî de hatine qetilkirin, diyar kir ku 11 di ser Komkujiya Roboskiyê re derbas bûne, lê êşa wê qet kêm nebûye û got: "Em jibîr bikin wê qirika me ziwa bibe û dengê me dernekeve."    * Hevserokê DBP'ê yê Giştî Keskîn Bayindir destnîşan kir ku dê çalakiyên wan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bênavber berdewam bikin û got: “Em ê sala 2023’an bikin sala bingeha şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan.”   * Şaredariya Silopiyayê ku bi derfetine kêm dixebite, li Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan ava dike. Hevşaredar Adalet Fidan got ku ew ê projeyên bi vî rengî pêş bixin û got: "Em ê li gorî daxwaz û pêwîstiyên civakê projeyên bi vî rengî bidomînin."    * Her çend ku di sala 2022’yan de êrişên li dijî jinan zêde bibin jî hevdîtinên bo israra di têkoşînê de û piştevaniyê derketin pêş. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” mohra xwe li vê salê de û gotina “Sedsala 21’an sedsala jinan e” bû sembol.    * Ji ber çavsoriya kar a îktîdar û sermayedaran, krîza ekolojîk di sala 2022’yan de hêj girantir bû. Ekolojîst Denîz Gumuşel got ku çawa mirov li dijî krîza aborî têdikoşin, xweza jî li dijî talanê têdikoşe.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 655'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna ewil a doza Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ya ji ber nirxandinên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de kiribû, dê li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. Beriya danişînê dê daxuyanî bê dayîn. (08.30)    * Çalakiya parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin dê li ber Wezareta Dadê berdewam bike.   * Danişîna 20'emîn a Doza Kobanê dê di roja 3'yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê ji bo kujerê Meryem Sevîm, Mûsa Sevîm bê girtin dê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bide. (12.00)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê têkildarî danişîna doza Denîz Poyraz ku dê 27'ê kanûnê de bê lidarxistin li Baroya Îzmîrê dê civîna çapemeniyê li dar bixin. (16.30-18.30)