Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin! 2022-12-22 16:46:46   ENQERE - Li ser îtîraza parêzeran, hefsa malê ya rojnamevan Zemo Aggoz bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hat rakirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê nûçegihanên Ajansa Mezoptamya û JinNewsê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de di 25’ê cotmehê de 11 rojnamevan li malên xwe hatibûn binçavkirin. Rojnamevan û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zemo Aggoz bi şertê hefsa malê hatibû berdan. Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Selman Guzelyuz, Zemo Bêrîvan Altan, Denîz Nazlim, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatibûn girtin.    Parêzerên Aggoz îtîrazî hefsa malê kirin. Li ser îtîrazê şertê hefsa malê ya Aggoz bi qedexeya derketina derveyî welat hat guhertin.    Piştî vê biryarê kelemçeya elektronîk ku li linge Aggoz hatibû xistin, hat rakirin.