‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’ 2022-12-22 12:18:13   STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî yên bertek nîşanî êrişa polîsan a li dijî Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu dan, diyar kirin ku şimaqa li Encu hatiye danîn, li gelê kurd dane û li dijî van êrişan banga têkoşîna hevpar kir.    Polîsan di meşa Nobeta Edaletê ya di 18’ê kanûnê de hate lidarxistin de êrişî girseyê kiribûn, polîsekî şimaqek li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu dabû û Encu û dayik jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin. Bertekên li dijî êrişa polîsan didomin. Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê Dîlber Demîr, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk û endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan a li dijî Encu û binçavkirina bi îşkence dan.   ‘ME NEFRET DÎT’   Hevberdevka DBP’a Marmarayê Dîlber Demîr, da zanîn ku ne tesadufe şimaqa hatiye danîn rastî salvegera Komkujiya Roboskê hatiye û anî ziman ku li wir nefreta li dijî gelê kurd dîtine.    DEWLETA BÛYE ‘ÇETE’   Demîr, bi bîr xist ku malbatên girtiyan li dijî tecrîd, bêhiqûqiyê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomandin, bi îşkenceyê dihatin binçavkirin û wiha got: “Ji ber vê yekê em dibînin ku dewlet çiqas bûye çete. Dewleteke çete û hiqûqê nas nake heye li hemberî me.”     SEDEMÊ ÊRIŞÊ    Demîr, bertek nîşanî dorpêçkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê, parlamenter û gelek siyasetmedarên ku xwestin piştî êrişa li dijî Encu û meşê, daxuyaniyekê bidin da û wiha berdewam kir: “Ev hinekê dide nîşandan ku winda kirine. Ev êriş hemû girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê heta ku ev tecrîd neyê şikandin û ev bêhiqûqiya li girtîgehan neyê bidawîkirin mixabin wê ev desthilat êrişên xwe bidomîne. Divê li dijî tecrîdê bêhtir têkoşîn bê dayîn. Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bi biryar in.”   ‘WÊ ÇAWA BIBE?’    Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî têkildarî şimaqa li Encu hate xistin ev tişt gotin: “Ne pêkane ku em bi tu awayî vê qebûl bikin. Ev pêkanînên antî demokratîk nikarin me ji rêya me vekin. Heke gelê kurd bi vê rêyê jî nikare meseleya xwe vebêje wê ev kar çawa bibe?”   ‘ŞIMAQA LI GEL XISTIN’   Endama Desteya Berdevkên TOP’ê Perîhan Koca jî anî ziman ku desthilat li dijî gel bi konsepta şer qada xwe berfireh dike û wiha got: “Şimaqa li Encu hatiye xistin di serî de li gelê kurd li hemû hêzên gel hatiye xistin. Divê ev yek weke pêvajoya tasfiyekirin û tarûmarkirinê were dîtin. Ji ber ji bilî şer tiştekî wan nemaye hewl didin bi amûrên şer siyasetê bidin meşandin.”    Koca, têkildarî dorpêça siyasî jî wiha got: “Divê mirov wî wêneyî weke wêneyê konsepta şer ê desthilatê bibîne. Esas li hemberî me desthilateke şer û hilweşandinê heye. Divê em bizanin ku vê desthilatê encax bi hêzên rêxistinkirî û gelparêz dikarin têk bibin.”   MA / Rûkiye Adiguzel