Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin 2022-12-22 10:24:27   ENQERE - Di bersiva Saziya Kontrolkirina Cemaweriyê ya Meclisê ya li ser mirinên biguman ên li girtîgehan de, derket holê ku li ser mirinan lêkolîn nehatiye kirin û lêpirsînên hatine destpêkirin dirêj kirine.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, ji bo têkildarî mirinên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê û Girtîgeha Tîpa S a Îdirê çêbûn agahiyê bigire serî li Wezareta Dadê da. Serlêdana Taşdemîrê ji aliyê Ombudsmantiya Saziya Kontrolkirina Cemaweriyê ya Meclisê ve hate bersivandin. Di biryara “nayê lêkolînkirin” de derket holê ku gelek mirinên bi guman nehatine ronîkirin. Her wiha bersiv hate dayîn ku têkildarî pêkanîna keyfî ya li dijî girtiyan, cih nedaye cezayê dîsîplînê an jî asta lêpirsînê berdewam dike.    6 MEH IN LÊPIRSÎN BERDEWAM DIKE    Her çend hat îdîakirin ku Kadîr Karademîr ê di 13’ê hezîranê de li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da jî, xizmên ku cenaze dîtin gotin ku di encama îşkenceyê de hatiye qetilkirin. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku mirina Karademîr a weke ku întîhar kiriye hatiye qeydkirin, gumana cînayetê tîne hişê mirov û hate xwestin ku mirina Karademîr were ronîkirin. Ombudsmantiya têkildarî serlêdanê bersiv da, diyar kir ku lêpirsîna têkildarî mirina biguman a Karademîr berdewam dike.    'JI MIRINA MIN MIDURÊ GIRTÎGEHÊ BERPIRSYAR E'   Sezer Alan ê di Girtîgeha Tîpa T a S ya Îdirê de tê ragirtin jî di 20’ê Sibatê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Alan, di hevdîtina xwe ya dawî ya di 19’ê sibatê de bi malbata xwe re kir de ragihandibû ku gardiyan îşkence û mûameleya nebaş lê dikin, du roj in di nav mîza wî de xwîn tê û wiha gotibû: “Ez ê îro xwe bikujim. Ji mirina min midurê girtîgehê û girtîgeh berpirsyar e.” Di bersiva têkildarî Alan hate dayîn de hate diyarkirin ku lêpirsîna edlî û îdarî ku derbarê mirina biguman de hatiye destpêkirin hêj didome.      Sînan Kaya yê 28 salî ku di heman girtîgehê de di hucreya yek kesî de dihate ragirtin, di 20’ê adarê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Malbata Kaya jî diyar kir ku zarokê wan întîhar nekiriye û li ser laşê wî şopên îşkenceyê hebûne. Di bersiva têkildarî Kaya hate dayîn de jî hate diyar kirin ku têkildarî mirina biguman lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin û hêj berdewam dike. Di encama lêpirsîna îdarî de hat gotin ku cihê cezayê dîsîplînê yê li rêveberî û personelên saziyê bê birîn nîne.   MIRINA DI ENCAMA ÎŞKENCEYÊ DE NAYÊ LÊKOLÎNKIRIN   Qawişa karantînayê ya li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê ku 55 kes lê diman di 6’ê Nîsanê de ji aliyê 60 gardiyanan ve hatibû serdegirtin û girtiyek jî ji aliyê gardiyanan ve hatibû derbkirin. Di bûyerên piştî serdegirtinê destpêkirin de girtî ber bi întîhatê ve birin û gef li 6 girtiyan hat xwarin, heqaret û îşkence li wan hat kirin. Girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz di encama îşkenceyê jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Yilmaz, hebûna tîmeke ku li girtîgehê weke “Tîma A” tê binavkirin derket holê. Piştî bûyerên di girtîgehê de qewimîn û di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da, gardiyan hêj li ser kar in. Di serlêdanê de pirsa van gardiyanan hate kirin û hate xwestin ku mirina biguman were ronîkirin. Di bersiva hate dayîn de hate îdiakirin ku Yilmaz ji ber nexweşiya dil û enfeksiyona pişikê jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku lêpirsîna têkidarî bûyerên ku di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, dewam dike.    MA / Yusra Batihan