Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin 2022-12-22 09:13:13   RIHA - Înfaza girtî Îsmaîl Hakki Tûrsûn ku 30 sal in girtiye û di Girtîgeha Rihayê ya Hejmara 2'yan de ye, bi hinceta ku "ne poşman e" 6 meh û 8 roj hat taloqkirin.    Girtî Îsmaîl Hakki Tûrsûn ku di sala 1992'yan de li Amedê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn, çend înfaza xwe temam kiriye jî nayê berdan. Tûrsûn ku di Girtîgeha Rihayê ya Hejmara 2'yan de ye, înfaza wî bi hinceta "ne poşman e" 6 meh û 8 roj hat taloqkirin.    Îdareya girtîgehê bi hinceta çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî êrişên li ser Efrînê û tecrîdê ya di sala 2018'an de, serlêdanên ji bo bidawîbûna pêkanîn li girtîgehê û berzkirina dirûşmeyên di dema guherandina qawîşê de kirine hincet.   Malbata Tûrsûn têkildarî mijarê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê dan û ragihand ku Îsmaîl Hakki Tûrsûn ji sala 1992'yan ve girtiye û înfaza xwe di 9'ê kanûnê de temam kiriye. Di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku Desteya Îdareya Çavdêriyê ya Girtîgehê di 8'ê kanûnê de ji Tûrsûn pirsiye "Tu dixwazî derkevî? 30 sal in tu girtî yî, ma qey bêriya malbata xwe nakî?" Gava Tûrsûn gotiye "Belê min bêriya wan kiriye", îdareyê jê pirsiye "Hemin te bêriya wan kiriye çima tu tev li grevên birçîbûnê dibî? Çima te dirûşme berz kirin?"    Hat destnîşankirin ku desteyê pirsên wekî "Abdullah Ocalan kî ye?" û alaya Tirkiyeyê nîşan daye û pirsiye "Tu tirk î yan kurd î?"      MA / Mujdat Can