ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN 2022-12-22 09:00:03   * Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku siyaseta kurd û dostên wan di nava salê de bûne diyarkerên pêşeroja welêt û wiha got: “Divê hêzên Tifaqa Ked û Azadiyê mîna bezvanên maratora 100 mîtroyan bilez û berxwedêr bin.”   * Karkeran di sala 2022’yan de têkoşîna xwe ya maf a li dijî sermayedarên ku ji ber polîtîkayên îktîdarê hêj dewlemendtir bûn, mezintir kir. Karkeran, bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” çalakiyên xwe pêk anîn û bi karmendan paşvegav dan avêtin.    * Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kirin ku dê di vê hilbijartinê de desthilatê bişînin û pergaleke nû ava bikin.    * Înfaza girtî Îsmaîl Hakki Tûrsûn ku 30 sal in girtiye û di Girtîgeha Rihayê ya Hejmara 2'yan de ye, bi hinceta ku "ne poşman e" 6 meh û 8 mehan hat taloqkirin.    * Ji rêveberên OHD'ê parêzer Mehmet Alî Aslan, diyar kir ku desthilat bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, rêya neçareseriyê tercîh kiriye.    * Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Serap Guvençê diyar kir ku di 10 salên dawî de bûyerên destdirêjiya li zarokan ji sedî 700 zêde bûne û got: "Tekane tiştak u ev desthilat ji bo jinan û zarokên keç wehd dike mirin û koletî ye. Lê çalakiyeke civakî dikare pêşî li ber vê bigire."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 654'emîn de berdewam bike.    * Parlamenterên HDP’ê wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li dijî tecrîda Îmraliyê li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin bidominîn.    * Danişîna eqil a doza Mehmet Emîn Oner ê ku hevjîna xwe Pakistan Demîr qetil kiribû dê li Dadgeha Midyadê bê lidarxistin. (09.30)   * Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel dê li Wanê tev li civîna gel bibe. (10.00) ZINDÎ   * Rûniştina 3’yan a danişîna 20’emîn a Doza Kobanê dê li Eywana Danişînan a Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (10.00)   * Dengdana betalkirina parlamenteriya Semra Guzel a Parlamentera HDP’ê ya Amedê dê li Civata Giştî ya Meclisê bê erêkirin. (16.00)