‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’ 2022-12-21 16:34:03   STENBOL - Hewldana 78’an diyar kir ku Girtîgeha Amedê bîra civakekî ye û xwest girtîgeh veguherînin Muzeya Mafên Mirovan.    Komîsyona Lêkolîna Rastiya Girtîgeha Amedê û Edaletê bi daxwaza ku Girtîgeha Amedê ya Leşkerî bibe Muzeya Mafên Mirovan li avahiya Komeleya Hewldana 78’an civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û endamên Komeleya Hewldana 78’an tev li civînê bûn û pankarta “Bila girtîgeha Amedê bibe muzeya mafên mirovan” daliqandin.    Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can metna ku hatibû amadekirin xwend û bal kişand ser qewimandinên li Girtîgeha Amedê yên serdema 12’ê Îlonê û got: “Girtîgeha Amedê cihê bîra civaka kurd e. Ew der navenda îşkenceyê û cihek taybet ên polîtîkaya pişaftinê bû. Ew der divê veguhere cihek sembol. Ew der cihek xerabiyê bû ku li mirovan hat kirin. Girtîgeha Amedê hafizeya serdemekê û dîrokekî ye. Em qebûl nakin ku wir bikin ‘navenda çandê’. Divê ew der bibe Muzeya Mafên Mirovan.”