HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir 2022-12-21 16:25:26   AMED - Parlamenter û rêveberên HDP’ê li navçeya Sûrê serdana esnafan kirin.    Heyetek HDP’ê ku di nav de Parlamentera Amedê Dersim Dag, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan û rêveberên HDP’ê hebûn, li navçeya Sûrê ya Amedê serdana esnafan kirin. Esnafan bi kêfxweşî heyeta HDP’ê pêşwazî kirin. Heyet li ber Mizgefta Mezin bi welatiyan re kom bû û li gel welatiyan sohbet kirin.    Heyetê li gel esnafan sohbet û li rewşa wan pirsî. Heyeta HDP’ê li gilî û gazinên û pêşniyazên esnafan guhdar kir. Esnafan destnîşan kir ku aboriya esnafan li ber têkçûnê ye û ji heyetê xwestin ku serdanên xwe zêdetir bikin.    Piştî serdanê parlamenter Dersim Dag axaftinek kurt kir û got: “AKP û MHP hemû budçeyê jibo şer vediqetîne û pêşkêşî alîgirên xwe dike. Hemû esnaf gilî û gazinên xwe dikin. Esnaf hatine wê rewşê ku nikarin bixebitin. Krîza aborî li wan jî xistiye. Esnaf êdî nikarin kirêyên dikanên xwe bidin. Heke kirêya xwe bidin wê nikaribin xwarinekî bibin nav malbatên xwe.”