Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin 2022-12-21 14:27:12   STENBOL - Danişîna doza derbarê Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin û nivîskar Veysî Sarisozen hatiye vekirin de hate taloqkirin.    Danişîna 12’emîn a doza Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin û nivîskar Veysî Sarisozen ji ber nûçe û nivîsên di rojnameyê de hatine weşandin bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirine” tên darizandinê, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Akin û Sarisozen beşdarî danişînê nebûn, parêzer Ozcan Kiliç di danişînê de amade bû.    Dadgehê da zanîn ku beriya niha ji bo Sarisozen û Tellî Sancak ê di dosyayê de tê darizandin biryara girtinê hatiye derxistin lê hêj înfaza wê pêknehatiye.    Dozgerê ku mafê axaftinê wergirt, xwest ku li benda vê biryarê were sekinîn. Dadgeha ku biryara xwe ya navberê aşkere kir, ji bo kêmasiyên dosyayê bên temamkirin danişîn taloqî 23’yê adarê kir.