Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin 2022-12-21 13:35:21   ENQERE - Di encama serdegirtinên malan ên li Enqereyê de 6 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de yek ji berxwedêrên Yukselê Mehmet Dersulu, kedkarê çapemeniyê Îsmaîl Cengîz Mumcu, Merve Demîrel, Omer Akyel, Şengul Ozdemîr û Turan Aktaş hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê tên ragirtin.