Êrîşa polîsan li Îzmîrê hat şermezarkirin 2022-12-20 21:07:40   ÎZMÎR - Partiyên siyasî yên li Îzmîrê tundiya polîsan a li Stenbol û Îzmîrê protesto kirin û gotin ku gel wê bersiva herî xurt bide.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) tundiya polîsan a li Stenbol û Îzmîrê û êrîşa li dijî Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu bi daxuyaniyekê protesto kirin.   Daxuyanî li Alsancaka Îzmîrê hat xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ferhat Encu ne bi tenê ye, em ê radestî tundiya polîsan nebin“ û dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil“, "Bijî berxwedana gelan" û "Ferhat Encu rûmeta me ye“ hat berzkirin.   Ji Meclîsa TOP'ê ya Îzmîrê Îpek Karanfilê ku li ser navê partiyan metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku desthilatdarî heyi bi her cure polîtîkayên zilm û zordariyê xwe li ser pêyan digire û got: “Hikûmet hemû gelên edalet, wekhevî, azadî û aştiyeke bi rûmet dixwazin dike hedef."   Karanfilê diyar kir ku dewlet her cure mêtingeriyê bi kar tîne û got: "Divê neyê jibîrkirin ku êrîşa li dijî Ferhat Encu li dijî malbatên Roboskiyê yên bi salan e ji bo Roboskiyê edaletê dixwazin in. Ev şîmaq li gelê kurd, nirxên wî û hemû beşên alîgirê demokrasî, wekhevî û azadiyê hatiye xistin."   Karanfilê anî ziman ku yên ku ferman dane baş nas dikin û got: “Em bi qerneya sûcê kesên ku ferman dane dizanin. Yên ku albûma wêneyan bi dijminên Kurdan, qatilên jinan, tacîzkar, qaçaxçiyên narkotîkê re çêkirine, ew in. Yên ku bi polîtîkayên xwe yên şer, tundî û tecrîdê welat dixin nava krîzeke aborî de, şimaqê li çavkaniyên gel dixin. Yên ku ji polîtîkayên şer û tundiyê xwe li ser pêyan digrin divê baş bizanibin ku; Hûn ê nikaribin têkoşîna me ya mafdar bi dorpêç, destgîrkirin û êşkenceyê têk bibin. Polîtîkayên we yên qirêj ji aliyê gelan ve hatiye dorpêçkirin û di çavê gel de tu rewabûna we nameye. Di şexsê Ferhat Encû de; Gelê me wê bersiva herî xurt bide vê êrîşê."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.