Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Divê Davûtoglû paşperdeya komkujiyê bibêje 2022-12-20 20:44:05   STENBOL – Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 89'an a çalakiya ji bo 33 rêwiyên xeyalan de, daxwaza ji bo edaletê dubare kir û got ku divê serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû paşperdeya komkujiyê bibêje.    Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 89'an a çalakiya ji bo 33 "rêwiyên xeyalan" de ku gava xwestin biçin Kobanê li Navenda Çandê ya Amarayê ya li Pirsûsa Rihayê di êrişeke bombeyî ya DAÎŞ'ê de hatin qetilkirin, li Kolana Halîtaga ya Kadikoya Stenbolê li hev kom bû. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Bila dilê me ji bo edaletê lêbide" nivîsandî hat vekirin û pankarta ku wêneyên 33 kesan li ser hat daliqandin. Di daxuyaniyê de tim dirûşmeyên "Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî", "Dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn" û "Ciwan dê hesab ji kujeran bipirsin" hatin berzkirin. Malbatên kesên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin, kesên di komkujiyê de birîndar bûn, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelann (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Hevserokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Okan Danaci, Berdevka Giştî ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû, Dayikên Şemiyê û rêxistinên ciwanan tevlî çalakiyê bûn.    Ummuhan Ozdemîr ku di komkujiyê de birîndar bûbû metna daxuyaniyê xwend. Ozdemîrê bertek nîşanî êrişên polîsan da ku di meha 88'an de êriş biribûn ser çalakiyê û çalakger binçav kiribûn û got: "Tevî hemû binçavkirinan û dozên hatine vekirin jî em ê hevalên xwe yên li Pirsûsê hatine qetilkirin bibîr bînin."    'DAXWAZA NEHATIN QEBÛLKIRIN'   Ozdemîrê ragihand ku di danişînê de ku di 5'ê Kanûnê de hatiye lidarxistin, tu daxwazên wan ên ji bo dozê nehatine qebûlkirin û got: "Ji van daxwazên me yek jê jî guhdarkirina serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ye. Em careke din dubare dikin. Divê Ahmet Davûtoglû tiştên di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de qewimîne bes wekî koz bi kar bîne. Divê paşperdeya komkujiyê bibêje."    Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulumê jî axivî. Gulumê bal kişand ser pêvajoya darizandinê û got ku kesek tenê hatiye zevtkirin, lê hêza sereke nehatiye eşkerekirin. Gulumê got: "Kesên doza edaletê dikin teqez dê bi ser bikevin."