Girtiyên ji Rojava sirgûnî Konyayê hatin kirin 2022-12-20 16:55:01   ÎZMÎR - Heft girtiyên ji Rojava ku li Girtîgeha Şakranê dihatin ragirtin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hatin kirin.    Heft girtiyên ji Rojava ku li Girtîgeha Hejmar 4 a bi Tîpa T a Şakran a Îzmîrê dihatin ragirtin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hatin kirin. Girtiyê bi navê Yilmaz Suncak ku li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin li malbata xwe geriya û têkildarî sirgûnan agahî da. Suncak, da zanîn ku girtiyên ji Rojava di roja înê de hatine sirgûnkirin lê nizanin bê ka rêveberiya girtîgehê hevalên wan bi kîjan sedemê sirgûn kirine. Bi domdarî Suncak destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê tenê ji wan re gotiye ku li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê hatine sirgûnkirin.    Suncak, ji malbata xwe xwest ku saziyên têkildar se rewşa girtiyên ji Rojava bisekinin.