Li Amedê têkildarî teqîna li dijî wesayîta polîsan 4 kes hatin girtin 2022-12-20 16:23:21   AMED - Li Amedê ji 21 kesên ku têkildarî teqîna pêk hat û di encamê de 8 jê polîs, 9 kes birîndar bûn de 4 kes hatin girtin.   Di 16’ê kanûnê de li ser rêbeja navbera Amed û Mêrdînê li derdora Bazara Sewalan, dema wesayîta polîsên çevîkê derbas dibû teqînek pêk hatibû û di encama teqînê de 8 jê polîs 9 kes birîndar bûbûn. Ji 21 kesên têkildarî bûyerê hatibûn binçavkirin 4 kes hatin girtin.    Ji 21 kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin 20 jê piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Li edliyeyê 4 kes hatin girtin 2 jê bi şertê kontrola edlî 16 kes hatin berdan. Biryara binçavkirinê ya derbarê kesekê de jî hêj didome.