Latîf Çetîn piştî 30 salan hate berdan 2022-12-20 16:21:06 AMED -  Latîf Çetîn ku 30 salan di girtîgehê de bû, hate berdan. Çetîn, li pêşiya Girtîgeha Amedê bi çepik û tililiyan hate pêşwazîkirin.  Latîf Çetîn, di sala 1992’yan de li navçeya Yenîşehîr a Amedê di 18 saliya xwe de hate biçavkirin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin. DGM’ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê muebbetê da Çetîn. Çetîn, piştî 30 salan ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Amedê hate berdan.    Çetîn, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbat, xizmên xwe û endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê ve bi çepik û tililiyan hate pêşwazîkirin. Piştre jî tevî malbatê derbasî mala xwe ya li Rezan a Amedê bû.    Çetîn, di pêvajoya 30 salan de li gorî rêzê li girtîgehên Amed, Yozgat, Sêrt, Naziliye ya Aydinê û herî dawî jî dîsa li Amedê hate ragirtin. Çetîn, 2 sal berê ji dilê xwe emeliyat bûbû û fitqa wî ya piştê heye.