Danişîna doza Bayram Otelê hate taloqkirin 2022-12-20 14:00:09   WAN - Ji ber kes tev li danişîna doza Bayram Otela di erdheja Wanê de 24 kesan tê de jiyana xwe ji dest da ku cara çaremîn e ji nû ve tê dîtin, nebû hate taloqkirin.    Danişîna doza Bayram Otelê ku di erdheja sala 2011’an a li Wanê de hilweşiya li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate dîtin. Ji ber Dadgeha Bilind di Sibata 2022’yan de biryara hatibû dayîn xera kir, xwediyê otelê Tevfîk Bayram ji nûve hate darizandin. Ji ber kes tev li danişîna sêyemîn a doza Bayram jinûve tê darizandin nebû, danişîn taloqî 2’yê adara 2023’yê hate kirin.    HATIBÛ BERDAN   Di doza ku 4 caran cezayê Tevfîk Bayram ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin û tu peywîrdarên cemaweriyê nehatin darizandin de, malbat bi salan e li edaletê digerin.  Yek ji xwediyê Otela Bayram a ku ji ber windakirina 24 kesan dihat darizandin Midûrê Karên Otêla Bayram Tevfîk Bayram piştî 4 salan hat girtin hatibû berdan.