Berxwedana li Rojhilat û Îranê didome 2022-12-20 13:04:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî êrişên dijwar ên rejîma Îranê jî berxwedana çalakvanan a li dijî êriş, gef û darvekirinan a li Rojhilat û Îranê didome.    Li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ji hêla rejîma Îranê ve, di 16’ê îlonê de çalakî dest pê kiribûn û ev çalakî di roja 94’an de berdewam in. Li seranserî bajarên Rojhilat û Îranê duh grev dest pê kiribû. Tevahiya sendîka, sazî û komên siyasî duh ji bo tevlibûna greva ku dê heta 21’ê kanûnê bidome bang kirin. Li bajarên weke Sine, Seqiz, Kamyaran, Dîwandere, Eywan, Xerb û hwd. ên Rojhilat esnafan dikarên xwe venekirin û piştgirî dan grevê. Di çalakiyan de bertek nîşanî darvekirina çalakvanan hatin nîşandan.    LI GELEK BAJARAN ÇALAKÎ HATIN KIRIN    Cenazeyê Muhammed Hacî Resûl ku ji hêla rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, li bajarê Bokanê bi dirûşma “Şehîd namirin” hate definkirin. Li Mahabadê jî bi boneya çilrojka Fayeq Mamqadirî bi tevlibûn sedan welatiyan merasîm hat lidarxistin. Her wiha li metroyên Ekbatan û Tehranê jî çalakî hatin lidarxistin û meş hatin kirin.   Bi pêşengtiya jinan, li bajarê Raştî ku li bakurê Îranê dimîne meşeke girseyî hat lidarxistin. Piştre jî ciwanan li kolanan agir hil kirin û rejîm şermezar kir. Welatiyên li herêma Gulşarî yê girêdayî Kerecê jî daketin kolanan û bertekên xwe nîşan dan.    Piştî ku rayedarên Pirtûkxaneya Neteweyî ya Tehranê girêdana dersokê li endam û xebatkarên xwe ferz kirîn, bertek hatin nîşandan. Endamên pirtûkxaneyê li derdora pengava li qada bajêr hatin ba hev û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Çalakvanan peyamên gefê çirandin û li dijî hikûmetê dirûşm berz kirin.